Tom Barrack: Peymana Şam û HSDyê ji bo Sûriyeyê qonaxeke dîrokî ye
Hewlêr (Rûdaw) - Tom Barrack: Peymana Şam û HSDyê ji bo Sûriyeyê qonaxeke dîrokî ye
Barrack peymana nû wekî mîladê rêwîtiya Sûriyeyê ya ber bi lihevhatina niştimanî, yekîtî û aramiya daîmî ve pênase kir.
Tom Barrack di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Daxuyaniya îro ya li ser lihevkirina giştgir a di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, di rêwîtiya Sûriyeyê ya ber bi lihevhatina niştimanî, yekîtî û aramiya daîmî de qonaxeke dîrokî û kûr e. Ev gava ku bi rêya dan û standineke hûr hatiye avêtin, pabendbûna her du aliyan a ji bo rêzgirtina dualî û parastina rûmeta hemû pêkhateyên Sûriyeyê nîşan dide.”
Tom Barrack di daxuyaniya xwe de got, “Ji bo hikûmeta Sûriyeyê, ev lihevkirin nîşaneya pabendbûna bi şirîkatiya niştimanî ya rasteqîn û birêvebirineke giştgir e.
Bi rêya tevlîkirina qonax bi qonax a pêkhateyên leşkerî, ewlehî û îdarî di nav saziyên yekgirtî yên dewletê de û dayîna derfetan ji bo nûnerên pilebilind ên HSDyê, tê tekezkiirn ku hêza Sûriyeyê ji nav curbecuriyê û bersivdana daxwazên rewa yên hemû gelan derdikeve.
Ev nêzîkatî ne tenê serweriya li ser hemû axê xurt dike, di heman demê de peyameke zelal a vekirîbûn û dadperweriyê dide civaka navneteweyî.”
Nûnerê Amerîkayê teqezî li er amaje bi mafên Kurdan jî kir û wiha domand:
Ji bo gelê Kurd ê ku bi fedakariyên xwe yên mezin û berxwedana xwe di parastina Sûriyeyê ya li dijî tundrewiyê de roleke sereke lîstiye, ev dem xwedî girîngiyeke taybet e.
Bicihkirina Biryarnameya Serokkomariyê ya bi jimara 13an ku mafê hemwelatiyê ji bo kesên berê ji ber sedemên dîrokî bêpar mabûn vedigerîne, zimanê Kurdî li gel zimanê Erebî wekî zimanekî niştimanî nas dike, rê dide perwerdeya bi Kurdî û parastina li dijî cudakariyê mîsoger dike, gaveke mezin a ber bi wekheviyê ve ye.
Ev gavan neheqiyên demdirêj sererast dikin û cihê Kurdan di nav neteweya Sûriyeyê de mîsoger dikin da ku di avakirina paşerojeke geş û ewle de beşdar bin.
Di vê ruhê armanca hevpar de, her du aliyan gavên wêrek avêtine.
Hikûmeta Sûriyeyê mafên watedar û giştgir nas kirin û civaka Kurd jî çarçoveyeke yekgirtî ya ku rêz li ked û xebata wan digire qebûl kir.
Ev bipêşketin bi hev re rê li ber avakirina saziyan, vegera baweriyê û kişandina veberhênanên ji bo avakirina welat vedike da ku aştiyeke daîmî ji bo hemû Sûriyeyiyan were dabînkirin.
Sûriye bi yekîtiya ku bi rêya diyalog û rêzgirtinê hatiye hûnandin, amade ye ku ducare bibe navenda aramî û hêviyê li herêmê û cîhanê."