Nêçîrvan Barzanî: Lihevkirina li Sûriyeyê gaveke girîng û rast e

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştgiriya xwe ya ji bo lihevkirina di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de nîşan da.

Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyekê de diyar kir ku ev lihevkirin ji bo rawestandina şer, tevlîkirina saziyên leşkerî û îdarî, mîsogerkirina mafên sivîl û perwerdeyê yên gelê Kurd û vegera koçberan a ji bo warên wan hatiye kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê ev gav wekî "gaveke girîng û rast" a ber bi çareseriya aştiyane û bidawîkirina aloziyan pênase kir û got,"Me her tim teqez kiriye ku diyalog, lihevtêgihiştin û rêya çareseriya siyasî, tenê dergeh in ji bo dîtina çareseriyeke mayînde ku di berjewendiya hemû aliyan de be."

Nêçîrvan Barzanî her wiha destnîşan kir ku ev lihevkirin zemîneyeke xurt ji bo aramî, aştiya civakî û pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyan de ava dike.

Serokê Herêma Kurdistanê hêviya xwe anî zimên ku ev lihevkirin bibe sedema avakirina Sûriyeyeke yekgirtî, parastina mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyan di destûra pêşerojê de û pêkanîna aramiya li Sûriyeyê û hemû herêmê.

Li aliyê din, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrackê, lihevkirin wekî "werçerxaneke dîrokî" bi nav kir.

Barrack teqezî li ser girîngiya bicihkirina biryara jimara 13an a Serokkomariya Sûriyeyê kir ku tê de vegerandina mafê hevwelatiyê û naskirina zimanê Kurdî wekî zimanekî niştimanî heye.

Li gorî lihevkirina ku roja îro hat belavkirin, biryar e fîrqeyeke leşkerî were avakirin ku sê lîwayên wê ji HSDyê bin û lîwayek jî ji bo Kobaniyê be.

Her wiha dê saziyên Rêveberiya Xweser jî tevlî dewletê werin kirin.

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê jî spasiya navbeynkariya Amerîka û Fransayê kir û hêviya xwe ji bo avakirina Sûriyeyeke yekgirtî û aram a di paşerojê de anî zimên.