Mesrûr Barzanî piştgirî da lihevkirina HSD û Şamê: Rêya diyalogê girîng e
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştgirî da lihevkirina di navbera HSD û birêvebiriya Şamê de û got, “Rêya diyalogê girîng e.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê rêkeftina dawî ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û birêvebiriya Şamê de daxuyaniyek belav kir û piştgiriya xwe ji bo vê rêkeftinê nîşan da.
Mesrûr Barzanî tekezî li ser girîngiya diyalogê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan kir û got:
“Em hêvî dikin ku ev lihevkirin bibe destpêka pêkanîna mafên rewa yên hemû pêkhateyên Sûriyeyê û rê li ber vegera bi serbilindî û birûmet a koçberan xweş bike.”
"Rola Serok Barzanî cihê şanaziyê ye"
Mesrûr Barzanî bal kişand ser hewldanên navxweyî û navneteweyî yên ji bo aştiyê û got:
“Piştgiriya gelê Kurdistanê li seranserî cîhanê û bi taybetî rola Cenabê Serok Barzanî di bidawîanîna aloziyan de û vekirina rêya diyalogê ji bo çareseriya bingehîn a pirsgirêkan, cihê şanaziyê ye.”
Spasiya Amerîka û welatên dost kir
Mesrûr Barzanî di beşeke din a daxuyaniya xwe de spasiya aliyên navneteweyî kir ku di serxistina vê pêvajoyê de xwedî rol bûn û got:
“Em rêza xwe ji bo rola Serok, hikûmet, nûner û Kongreya Amerîkayê û hemû welatên dost di bidawîanîna aloziyan û piştgirîkirina mafên rewa yên pêkhateyên Sûriyeyê û aramiya herêmê de nîşan didin.”
Divê were gotin ku îro rêkeftina di navbera HSD û birêvebiriya Şamê de ji bo rawestandina şer û yekkirina saziyan hat ragihandin.