Zana peyama Ocalan gihand destê Barzanî

Hewlêr (Rûdaw)- Parlamenterên HDPê Leyla Zana û Sirri Sureyya Onder peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan gihandin destê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî.

Li gor daxuyaniyeke Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê, îro danê sibehê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li Parlamenterên HDPê Leyla Zana û Sirri Sureyya Onder kir.

Di wê hevdîtinê de, Zana û Onder behsa serdana xwe ya dawî bû Îmralî û hevdîtina Ocalan kirin, herwiha silav û rêzên wî gihandin Nêçîrvan Barzanî.

Zana û Onder gotin: “Birêz Ocalan, bi temamî haya wî ji hewl û xebatên berdewam ên Nêçîrvan Barzanî ji bo piştgirî û alîkariya pêvajoya aştî û çareseriyê, heye. Herwiha rêz û spasiya xwe ji bo wê rola Serokwezîr Barzanî tekez kiriye.”

Di wê hevdîtinê de herdu aliyan pêşhat û pêngavên dawî yên pêvajoya aştî û çareseriyê nirxandin, herwiha tekez li ser pêbendiya bi pêvajoya navborî kirin. Hêvî jî xwestin ku pêngavên ber bi aştî û çareseriyê ve ji hemû aliyekî ve berdewam bin û rê neyê dayîn ku nakokiyên biçûk bandorê li birêveçûna pêvajoyê bikin.

ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekez li ser hemû piştgirî û alîkariyekê ji bo pêvajoya aştî û çareseriyê kir û got: “Wek çawa ji destpêkê ve herdem me piştgirî û alîkariya wê pêvajoyê kiriye, bi heman awayî em dê berdewam bin û ji bo vê yekê jî her erkek bikeve ser milê me, emê cîbicî bînin.”

Herwiha behsa pêşhatên dawî di şerê li dijî terorê de û girêdana Kongreyê Neteweyî yê Kurd û girîngiya yekrêziya aliyên Kurdistanî kirin.

Nêçîrvan Barzanî spasiya hemû hêz û aliyan ku rûbirûyê terorê bûne kir.