Birayê Ocalan: Hêzên herêmî dixwazin di nava Kurdan de şerê navxweyî derbikeve

30-03-2017
SERKAN İNCE
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Riha (Rûdaw) - Mihemed Ocalan birayê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan got, hinek hêzên herêmî û navnetewî Kurdan û hêzên Kurdan ji bo şerê navxweyî dehf dide.

 

Mihemed Ocalan birayê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan têkildarê nakokiyên ku li Şengalê di navbera hêzên Pêşmergeyên Roj û Yekîneyên Berxwedana Şengal (YBŞ) de qewimî ji Rûdawê re nirxand.

 

Mihemed Ocalan nakokiyên li Şengalê wekî lihevnekirin û nakokiyên di navbera PKK û PDKê de bi nav kir û diyar kir ku her dû alî jî Kurd in û divê li hev bicivin û bi hev re di çarçoveya daxwazên Kurdên Êzdî de kêşeyan çareser bikin.

 

Herwiha Ocalan destnîşan kir ku hinek hêzên herêmî û navnetewî Kurdan û hêzên Kurdan ji bo şerê navxweyî han dide û daxwaz partiyên Kurdî kir ku ji vê lîstika hêzên derekî agahdar bin.

 

Mihemed Ocalan birayê Rêberê PKKê Evdila Ocalan ger di navbera hêzên Kurdistanî de şer çêbibe ne gelê Kurd ne jî dîrok vê yekê qebûl nake; divê rêberên Kurdan ji bo yekbûna her çar beşên Kurdistanê bixebitin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst