Desteya Deverên Kurdistanî: Bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê biryareke wêrekî ye

Kerkûk (Rûdaw) – Rêveberê Desteya Deverên Kurdistanê yên li Derveyî Rêveberiya Herêma Kurdistanê, Nesredîn Sindî ragihand, biryara bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê, karekî wêrekî ye.

 

Şandeke Rêveberiya Desteya Deverên Kurdistanê yên li Derveyî Rêveberiya Herêma Kurdistanê bi serpireştiya serokê vê desteyê Nesredîn Sindî, îro 30ê Adara 2017ê bp piştgirîkirin li biryara Encumena Parêzgeha Kerkûkê ya ji bo bilindkirina Ala Kurdistanê serdana Kerkûkê kir.

 

Nesredîn Sindî li Kerkûkê ji aliyê Serokê Encumena Parêzgeha Kerkûkê yê bi wekalet Rêbwar Talebanî ve hat pêşwazîkirin, piştî serdanê jî konferanseke rojnamevaniyê hat lidarxistin.

 

Sindî di daxuyaniya xwe de diyar kir, bilindkirina Ala Kurdistanê li saziyên fermî yên Kerkûkê, “biryareke wêrekî” ye.

 

Herwiha Sindî destnîşan kir: “Em îro hatin da ku ji ber biryara wêrekî ya di 27ê vê mehê de li ser bilindkirina Ala Kurdistanê hat dayîn, spasiya xwe û piştgiriya xwe pêşkêşî Encumena  Parêzgeha Kerkûkê û Parêzgar bikin. Bilindkirina Ala Kurdistanê mafê rewa yê xelkê Kerkûkê ye.”

 

Sindî bal kişande ser yasayîbûna biryarê û aşkera kir, ku diviyabû ev biryar ji mêj ve hatiba dayîn. Nesredîn Sindî herwiha got: “Biryar cihê kêfxweşiyê ye. Înşallah ji bo ku Kerkûk vegere ser Herêma Kurdistanê, gavên baştir werin avêtin.”

 

Serokê Encumena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî jî, ji Serokatiya Herêma Kurdistanê re û ji partiyên siyasî re, ji ber piştgiya ku dane, spasiyên xwe pêşkêş kir. Rêbwar Talebanî got: “Em spasiya Serokatiya Herêma Kurdistanê dikin ku duh di vê bareyê de daxuyaniyek derxist. Em spasiya hemû serkirdeyên siyasî û polîtboruyên partiyên Kurdistanî dikin ku bi heman awayî piştgirî li vê biryara Encumena Parêzgeha Kerkûkê kirin.”

 

Talebanî bangewazî jî kir ku bila hemû saziyên fermî yên Kerkûkê, li gor vê biryarê tevbigerin.

 

Herwiha Talebanî spasiya serdana şanda Desteya Deverên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê bo Kerkûkê kir û hêvî kir: “Hemû saziyên hikûmeta yên Herêma Kurdistanê piştgirî li biryara Encumena Paêrzgeha Kerkûkê bikin.”