Xelkê Cindirêsê hewl didin piştî erdhejê dest bi jiyaneke nû bikin

Hewlêr (Rûdaw) – Xelkê Sûriyê di remezana îsal de gelek zehmetiyan dibînin, gelek kelûpel buha bûne, xelk nikarin her tiştî ji xwe re bikirin. Rewşa xelkê Cindirêsê ji ya xelkên din yên Sûriyê xirabtir e, ji ber erdheja 6ê sibata malên wan wêran kirine.

Li ber avahiyên zerardîtî ji ber erdhejê, xelkê Cindirêsa Rojavayê Kurdistanê hewil didin jiyaneke nû destpê bikin.

Dikandarekî Cindirêsê dibêje, berî erdhejê rewş hinekî baş bû, niha gelek xirab e, xelk nema dikarin tiştan bikirin.

Dikandar Fewaz Casim got: “Rewşa aborî piştî erdhejê xirab e. Berî erdhejê bazar baş bû, xelkê tişt dikirîn, niha ez kar dikim tenê ji bo bijîm.”

Encûmena xwecihî ya Cindirêsê ragihand, di erdheja 6ê Sibata 2023an de, 278 avahî bi temamî herifîne û hezar û 110 avahiyên din jî zerar dîtine.

Tevî astengiyan, xelk li Cindirêsê dest ji jiyanê ber nedane.

Her çiqas debara jiyana xelkê ketiye bin bandora derencamên erdheja 6ê Sibatê, lê firoşyar dixwazin bi her awayî tevgerê bixin nav bazarê.

Firoşyar Ysir Hemmadî jî got: “Şiyana kirrînê xirab e. Xelkê tên tenê şînkayî dikirin. Bazara cilûberg û tiştên din xirab e.Ji ber xelk nikarin bikirin.”

Li gor rapirsiyeke Rêxistina Oksfama Brîtanî li bakur û bakurê rojavayê Sûriyê ku li gel 300 zerarmendên erdhejê re kiriye, ji her çar kesan sêyan ji wan danên xwarinê kêm kirine, û ji sedî 90ê wan jî şiyana birêkirina meha Remezanê li ba wan nîne û li seranserê welat jî ji her 10 welatiyan çar ji wan ketine bin bandora erdhejê, û ji sedî 70ê wan kesên axivîne dibêjin xaniyên wan ji ber erdhejê bi kêmanî beşekî wan herifiye.