Erdogan tund axivî: Her tawîza ku bidin HDPê didin PKK û Qendîlê
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê Hevpeymaniya Millet de got, “Her tawîza ku bidin HDPê di heman demê de tê wê wateyê ku didin PKKê, ango Qendîlê.”
Recep Tayyip Erdogan, roja 29ê Adarê bi şev di weşana zindî ya du televîzyonên Tirkî (A TV û A Haber) de bersiva pirsên rojnamevanan da.
Erdogan rexne li Hevpeymaniya Millet û HDPê girt û ragihand, HDP jî hevbeşeke Hevpeymaniya Millet e.
Erdogan derbarê serdana berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu bo cem HDPê got: “Di vê serdanê de li pişt deriyên girtî çi hat kirin ez nizanim. Lê mijarên pir hesas in, ji rêveberiya xwecihî, şertê xweseriyê bigire heta derxistina yên niha di hundir de ne, mijarên derbarê wan de... Berî her tiştî her tawîza ku bidin HDPê di heman demê da tê wê wateyê ku didin PKKê, ango Qendîlê.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Erdogan amaje bi wê yekê kir ku hevbeşê heftem ê maseya şeş alî heye û rexne li Seroka ÎYÎ Partiyê girt ku li hember wê rewşê bê helwest maye û got: “Min pêş çend mehan gotibû ku hevbeşê heftemîn heye, hevbeşê heftemîn niha tam jî bi serdana serokê opozîsyona sereke derketiye holê. Binêrin ne li partiya xwe yan jî li navenda giştî ya partiyê, tirsiya, çi kir, çû li odeya komê ya li parlamentoyê çû serdana wan. Bi gotina wan 'yên li ser maseya qumarê' ne tenê li hemberî HDPê, nêrîna wan a li hemberî hev jî pirsgirêk e. Meral Xanim ka te agir berdida heriyê, ka maseya qumarê, ka noter? Çi bi te hat? Te çima paş de gav avêt û tu cardin vegeriyayî ser maseyê?”
Erdogan derbarê pirsa yasaya hejmar 6284 a derbarê parastina jinan ji tundûtûjiyê de ku hinek hevbeşên Hevpeymaniya Cumhur daxwaza rakirina wê dikin got: “Em di vê mijarê de li wê yekê nanêrin, ka kî çi dibêje. Pêşengiya me parastina saziya malbatê ye. Em rê nadin di bin navê azadiyê de jiyanên fehş ên weke LGBTiyan bi ser civaka me de bê sepandin. Em dê li dijî nêrînên fehş û berovajî yên li hember nirxên civakê tekoşîna xwe berdewam bikin. Parastina malbatê ku bingeha civakê ye erka hemû mirovahiyê ye. Bi heman awayî di serî de tundûtûjî em rê nadin ti destwerdan li dijî maf û rûmeta jinên me bê kirin.”