Geştên Balafirgeha Amedê hatin betalkirin, rêwî asê man

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber rewşa xirab a hewayê ya ku bandor li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kiriye, geştên Balafirgeha Amedê yên ber bi Stenbolê ve hatin betalkirin.

Rêwiyên ku bi saetan li bendê mabûn, bertek nîşanî vê rewşê da.

Şirketên asmanî yek li pey yekê daxuyanî belav kirin û rêwî agahdar kirin.

Rewşa xirab a hewayê ya li Amed û Stenbolê bû sedema astengbûna çûn û hatina geştên asmanî.

Her wiha ji ber şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê qada asmanî ya herêmê hat sînordarkirin û ev yek jî bû sedema astengiyan.

Rêwî li balafirgehan asê man

29ê Adara 2026an, li Balafirgeha Amedê gelek geşt hatin betalkirin û rêwî mexdûr bûn.

Rêwiyên ku dixwest di navbera Amed û Stenbolê de geştê bikin, beriya wexta firînê li Balafirgeha Amedê dest bi bendewariyê kir.

Lê bi daxuyaniyên li pey hev ên şirketên firokevaniyê, betalkirina geştan hat ragihandin.

Ji ber derengketina geştan, li Balafirgeha Amedê û Balafirgeha Sabiha Gokçenê ya Stenbolê qerebalixiyeke zêde çêbû.

Rêwiyên ku bi saetan li benda balafirên xwe bûn, li ber ofîsên şirketên firokevaniyê civiyan.

Rêwiyan gilî kir ku ew dereng ji betalkirina geştan hatine agahdarkirin.

Daxuyaniyên şirketan

Şirketa Pegasusê ragihand ku bi giştî 76 geştên çûn û hatinê yên li Balafirgeha Sabiha Gokçenê hatine betalkirin.

Geştên xeta Amedê yên bi nimreyên PC 2384 û PC 2385 jî di nav vê lîsteyê de bûn.

Her wiha Şirketa AJETê ragihand ku ji ber rewşa nebaş a hewayê 51 geşt hatine betalkirin.

AJETê da zanîn ku ji ber kêmbûna sotemeniyê berê gelek balafiran dane balafirgehên din.

Rêhewayên Tirkiyeyê (THY) jî ragihand ku hem ji ber rewşa hewayê û hem jî ji ber sînordarkirinên "NOTAM"ê yên li Rojhilata Navîn, di geştan de derengketin çêbûne.

Dîroka Balafirgeha Amedê

Balafirgeha Amedê sala 1952yan hatiye avakirin.

Ev balafirgeh heta sala 2016an hem ji bo firînên sivîl û hem jî ji bo yên leşkerî dihat bikaranîn.

Balafirgeha Amedê heta niha 8 caran hatiye nûkirin û 6 caran hatiye berfirehkirin.

Her wiha ev balafirgeh 11 kîlometreyan ji navenda bajêr dûr e.