Komara Yemenê êrişa li mala Nêçîrvan Barzanî şermezar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Komara Yemenê di daxuyaniyekê de êrişên li ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kirin û ev rûdan wekî binpêkirina eşkere ya serweriya Îraq pênase kirin.

Wezareta Karên Derve ya Yemenê ragihand ku ew li dijî her cure êrişên li ser Herêma Kurdistanê ne, bi taybetî jî armanckirina baregeh û cihên rûniştinê yên serkirdeyên siyasî.

Yemenê destnîşan kir ku ev kiryar asayîş û aramiya Îraq xera dikin û dibin sedema zêdebûna rageşiyê li herêmê.

28ê Adarê li parêzgeha Dihokê bi dronan êriş hatin kirin û yek ji wan dronan li mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ket.

Ev êriş li ser asta navxwe û cîhanê rastî nerazîbûneke tund hat.

Nêçîrvan Barzanî di bultena Rûdawê de ragihandibû ku ev êriş pêşhateke metirsîdar e ji bo hemû Îraq û bangî hikûmeta federal kiribû ku li dijî milîsên deryasayî gavan biavêje.

Wezareta Yemenî her wiha êrişên Îranê yên li ser axa Kuweytê, navendên sivîl û baregehên serbazî şermezar kirin.

Wezaretê diyar kir ku di encama van êrişan de hinek endamên artêşa Kuweytê birîndar bûne.

Yemenê piştevaniya xwe ya ji bo Kuweyt, Îraq û Herêma Kurdistanê ducare kir û bang li civaka navneteweyî û Encumena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyiyê kir ku li hemberî êrişên Îranê helwesteke tund nîşan bidin û zextan lê bikin da ku aramiya herêmê têk nede.