500 malbatên koçber ên Efrînî ji bo vegerê amade ne

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Encumena Koçberên Efrîn û Şehbayê Nisrîn Silêmanê ji Rûdawê re ragihand ku derdora 500 malbat amade ne vegerin Efrînê.

Nisrîn Silêmanê diyar kir ku ew li benda bersiva hikûmeta Sûriyeyê ne.

Hevseroka Encumena Koçberên Efrîn û Şehbayê Nisrîn Silêman li ser vegera koçberên Efrînî ji Rûdawê re axivî.

Nisrînê eşkere kir ku ev demeke karwanê duyem ê koçberên Efrînê ji bo vegerê amade ye.

Wê da zanîn ku ew li benda bersiva hikumeta Sûriyeyê û wê komîteyê ne ku ji bo vegera koçberan hatiye avakirin.

Nisrîn Silêmanê li ser dem û awayê vegerê got:

"Derdora 500 malbat ji bo vegerê amade ne lê em nizanin ka dê vegera wan kengî be.

Dibe ku di vê hefteyê de be yan jî di demeke din de be."

Nisrînê bal kişand ser Erebên hawirde û pê de çû:

"Hîn jî Erebên hawirde di malên gelek malbatên Efrînî de ne.

Lewma vegera karwanê duyem ê malbatên Efrînî bi derengî ket."

Li Cizîrê 10 hezar malbat mane

Wê derbarê hejmara malbatên Efrînî yên ku li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê mane jî agahî dan.

Nisrînê da zanîn ku derdora 10 hezar malbatan heta niha li Dêrik, Qamişloyê û Hisîçayê (Hesekê) ne.

Divê were gotin ku 9ê Adarê karwanê yekem ê koçberên Efrînê vegeriyabû herêmê.

Wê demê Alîkarê Fermandarê Asayîşa Hisîçayê Mehmûd Xelîl Elî (Siyamend Efrîn) jî bi wan re bû.