Sûriye: Ji Îraqê ve êrişî baregehên me hat kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Ereban a Sûriyeyê ragihand ku ji axa Îraqê ve êrişî gelek baregehên wan ên li nêzîkî sînor hatiye kirin.
Artêşê diyar kir ku ew dê li hemberî van êrişan bersiveke guncav bidin.
Desteya Operasyonan a Artêşa Ereban a Sûriyeyê li ser mijarê daxuyaniyek da.
Artêşa Ereban a Sûriyeyê di daxuyaniyê de wiha got:
"Îro berbangê bi gelek dronan êrişeke berfireh birin ser çend baregehên artêşê yên li nêzîkî sînorê Îraqê.
Yekîneyên me rûbirûyî piraniya dronan bûn û wan ew xistin xwarê."
Desteyê bal kişand ser bersivdayînê û got, "Em vebijarkên xwe dinirxînin û em dê bersiveke guncav bidin.
Em dê her metirsiyê bê bandor bikin û rê li ber her destdirêjiya li ser axa Sûriyeyê bigirin."
Êrişên berê
Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê yê Herêma Rojhilatê Sûriyeyê 29ê Adarê ragihandibû ku bi dronan êrişî baregeha Qesrikê ya li Hesekê hatiye kirin.
Wî, Îraq wekî berpirsyarê wê êrişê nîşan dabû.
Desteya Operasyonan a Artêşa Ereban a Sûriyeyê 28ê Adarê jî daxuyaniyek dabû.
Desteyê daxuyandibû ku yekîneyên wan bersiva êrişeke dronan a li ser baregeha leşkerî ya Tenefê ya li başûrê Sûriyeyê daye.
Li gorî daxuyaniya artêşê, ew dron ji nav axa Îraqê rabûbûn û wan hewl dabû baregeha Tenefê bikin armanc.
Beriya wê, 23ê Adarê jî bi dronan êrişî baregeha Xirab Cîrê ya li gundewarê Dêrikê hatibû kirin.
Wê demê jî hikûmeta Sûriyeyê Îraq wekî berpirsyarê wê êrişê nîşan dabû.
Şamê daxwaz ji Bexdayê kiribû ku ji bo rêlibergirtina van êrişan tedbîrên tund wergire.