Ji ber baranê cihê mayînan guheriye, hişyarî hat dayîn
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Saziya Giştî ya Kar û Barên Mayînan a Herêma Kurdistanê Cebar Mistefa hişyarî da welatiyan ku ji ber barana zêde hinek mîn ji cihê xwe şemitîne û çûne jêr.
Cebar Mistefa her wiha da zanîn ku ji destpêka îsal ve 4 kes ji ber mayînan bûne qurbanî.
Serokê Saziya Giştî ya Kar û Barên Mayînan a Herêma Kurdistanê Cebar Mistefa ji Rûdawê re axivî.
Cebar Mistefa got, "Di encama wê barana zêde ya ku van rojên borî de bariya, mayîn û teqemenî ji quntaran şemitîn û cihê wan guherî.
Ev yek jî metirsiyeke mezin li ser jiyana xelkê çêdike."
Dema komkirina giyayên biharê hişyar bin
Cebar Mistefa daxwaz ji welatiyan kir ku dema diçin komkirina giyayên biharê bihişyarî tevbigerin û got:
"Em daxwazê ji welatiyan dikin ku her dema tiştekî xerîb dîtin, bila pêwendiyê bi hêla germ a 182yan an jî bi saziya me re daynin da ku rûdanên nexwestî çênebin."
Pêncwîn di rêza yekem de ye
Serokê Saziya Kar û Barên Mayînan li ser wan navçeyên ku herî zêde di bin metirsiyê de ne jî agahî dan.
Li gorî gotina wî navçeya Pêncwînê ya parêzgeha Silêmaniyê di rêza yekem de ye.
Piştî wê jî navçeya Çomanê ya parêzgeha Hewlêrê û navçeya Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê tên.
Cebar Mistefa da zanîn ku ji destpêka îsal ve 2 kes teqîna mayînan mirine û 2 kesên din jî birîndar bûne.
Amarên xaka mînkirî
Cebar Mistefa li ser rûberê wê xaka ku hîn jî mînkirî ye hûrgiliyên amaran eşkere kirin:
- Rûberê giştî yê xaka mînkirî ya li Herêma Kurdistanê 776 kîlometreçargoşe bû.
- Rûberê paqijkirî 576 kîlometreçargoşe ye.
- Rûberê mayî 200 kîlometreçargoşe ye (ji Zaxoyê heta Xaneqînê).
Li gorî amarên Fermangeha Kar û Barên Mînan a Wezareta Jîngehê ya Îraqê, ji 2003yan ve zêdetirî 4 hezar û 500 kîlometreçargoşe xaka Îraq û Herêma Kurdistanê ji mayînan hatiye paqijkirin.