Bîlançoya êrişên li Herêma Kurdistanê giran dibe: 503 mûşek û dron

Hewlêr (Rûdaw) - Ji destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê ve, bi dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê tê kirin.

Li gorî lêkolîn û şopandina Rûdawê, bi 503 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, di 24 demjimêrên borî de bi 6 dronan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

4 ji wan êrişan li Hewlêrê û 2yên din jî li Silêmaniyê bûn.

Li gorî amaran, di encama hemû êrişên li ser Herêma Kurdistanê de heta îro 14 kesan canê xwe ji dest daye û 88 kes jî birîndar bûne.

Li gorî amarên ku hatine berhevkirin, herî zêde Hewlêr û derdora wê hatine armanckirin.

Nêzîkî 390 dron û mûşekan li Hewlêrê ketine.

Piştî Hewlêrê bi zêdetirî 95 dron û mûşekan Silêmanî tê.

Paşê bi 16 dronan Duhok tê û li parêzgeha Helebceyê jî di êrişekê de 2 dron hatine bikaranîn.

Êrişên herî nû

Êrişên herî nû yên ku li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin ev in:

Nêzîkî demjimêr 12:45ê berê sibeha îro, bi sê dronan li pey hev êrişî Hewlêrê hat kirin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, her sê dron ji aliyê pergala parastinê ve hatin xistin û ti xisarên canî çênebûn.

Nêzîkî demjimêr 22:00yê şeva yekşemê, bi dronekê êrişî baregeha berê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Silêmaniyê hat kirin.

Demjimêr 20:24ê şeva yekşemê, dengekî bihêz li Hewlêrê hat bihîstin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, dronek li asmanê bajêr ji aliyê pergala parastinê ve hatiye têkbirin.

Nîvroya doh êrişeke dronî li gundê Zirgiwêzê yê Silêmaniyê hat kirin.

Malbatên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li wî gundî dijîn.

Şeva borî gotegotên bombebarankirina Çiyayê Şinirwêyê yê li parêzgeha Helebceyê hebûn.

Îro çavkaniyekî berpirs ê li parêzgehê ji Rûdawê re got:

"Ti tişt rû nedaye û nûçeyên ku hatine belavkirin qaşo êriş çêbûye ji rastiyê dûr in."

Bîlançoya giştî ya êrişan

Li gorî şopandina Tora Medyayî ya Rûdawê, ji 28ê Sibatê ve heta nîvroya îro, bi 503 dron û mûşekan êrişî her çar parêzgehên Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Di wê demê de 389 dron û mûşek avêtin parêzgeha Hewlêrê.

96 dron û mûşek avêtin parêzgeha Silêmaniyê.

Her wiha 16 dron avêtin parêzgeha Duhokê û 2 dron jî li sînorê parêzgeha Helebceyê ketine xwarê.

Li gorî amaran, ji 28ê Sibatê ve di encama êrişan de 14 kesan canê xwe ji dest daye û 88 kes jî birîndar bûne.

Ji wan kesên ku canê xwe ji dest daye 6 kes Pêşmergeyên Fermandariya Devera Yekê bûn û li sînorê Xelîfana Hewlêrê şehîd ketibûn.

Yek ji wan karmendekî Asayîşê bû û li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê şehîd ketibû.

6 kes jî Pêşmergeyên sê partiyên Rojhilatê Kurdistanê bûn ku 2 ji wan li Hewlêrê, 2 li sînorê parêzgeha Silêmaniyê û 2yên din jî li sînorê Başîqayê yê Deşta Nînowayê şehîd ketibûn.

Her wiha 12ê Adarê leşkerekî Fransayê li Hewlêrê canê xwe ji dest da.

Hûrgiliyên birîndaran

Li gorî amarên Rûdawê yên hevgirtî, beşek ji birîndaran wiha ne:

30 Pêşmergeyên Fermandariya Devera Yekê yên li sînorê Îdareya Serbixwe ya Soranê û 3 karmendên Asayîşê yên li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê.

3 Pêşmerge û 2 parêzvanên taybet ên li baregeha berê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Silêmaniyê.

Her wiha parêzvanekî Hotel Titanicê ya li Silêmaniyê, 2 karmendên Parastina Sivîlan a Xelîfanê, 2 Pêşmergeyên Hêzên 70yî yên Pêşmergeyan û polîsek jî di nav birîndaran de ne.

Her di nav birîndaran de 15 sivîl hene.

Yek ji wan li Hewlêrê motorsîkletajoyê kuryeyê bû.

Birîndarek li Kampa Bacid Kendalê ya Zaxoyê ye û perestarek li Kampa Azadiyê ya Koyeyê ye.

3 sivîlên xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Kampa Zewî Spî ya Koyeyê û zarokek jî li Taxa Qalawayê ya Silêmaniyê birîndar bûn.

Her wiha 2 welatî li Kampa Cejnîkanê ya Hewlêrê, 4 welatî li taxeke Hewlêrê û 2 xwendekar jî li qezaya Xebatê ya parêzgeha Hewlêrê birîndar bûn.

Birîndarên din jî Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û 5 leşkerên Fransayê bûn ku li Hewlêrê birîndar bûbûn.

Cihên ku hatine bombebarankirin

Parêzgeha Hewlêrê

Dron û mûşek li van navçe û taxan ketine xwarê: Xebat, nahiyeya Rizgariyê, Spîlk, Mela Qere, Karêzan, Kampa Zewî Spiyê, Kampa Cejnîkanê, Kanî Qirjale, Dream City, Kesnezan, Pîrzîn, Fermanberan, Sêbîran, Rewşenbîrî, Jiyan, Kurdistan, Newroz, Gundê Koreyê, Gezne, Behirke, Enkawa, Xelîfan, Balafirgeha Hewlêrê û derdora wê, Dêgele, Kampa Azadiyê, Çoman, Soran û baregeha yekeyên Pêşmergeyan.

Parêzgeha Silêmaniyê

Silêmanî, Mêrgepan, Qalawa, Taxa Beranan, Kolana 60 Metreyî, Gundê Zirgiwêzê, Gundê Zirgiwêzele, nahiyeya Sûrdaşê, qezaya Kifriyê, Hêzên 70yî yên Pêşmergeyan, Taxa Tasluceyê, Çiyayê Zimnako û baregeha yekeyên Pêşmergeyan.

Parêzgehên Duhok û Helebceyê

Qada petrolê ya Sersingê, Kampa Bacid Kendalê, sînorê Akrêyê, sînorê nahiyeya Bicîlê, sînorê qezaya Berdereşê û Taxa Maltayê ya li nav bajêr.

Her wiha parêzgeha Helebceyê û Çiyayê Şinirwêyê jî ji wan cihan bûn ku rastî êrişan hatibûn.

Şerê Îsraîl û Amerîkayê yê bi Îranê re 28ê Sibatê dest pê kir. Her ji roja yekem a şer ve êrişên li ser Herêma Kurdistanê dest pê kiriye.