Li Şirnexê 20 kesên ku piştî Newrozê hatibûn desteserkirin hatin berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Li navenda Şirnexê û navçeyên wê, 20 kesên ku piştî pîrozbahiyên Newrozê di serdegirtina malan de hatibûn desteserkirin, bi şertê kontrola dadî hatin berdan.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê de, 27ê Adarê li navenda Şirnexê û navçeyên Cizîr, Hezex û Silopiyayê bi ser gelek malan de hatibû girtin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), 20 kesên ku bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hatibûn desteserkirin, piştî kar û barên 3 rojan ên li Birêvebiriya Ewlehiyê ya Şirnexê îro sewqî dadgehê hatin kirin.

Bi şertê kontrola dadî hatin berdan

20 kesên ku dozgeriyê îfadeya wan wergirt, bi daxwaza "kontrola dadî" sewqî Dadgeha Sulh û Cezayê hatin kirin.

Dadgehê jî biryar da ku hemû gumanbar bi şertê kontrola dadî werin berdan.

Gerandina govendê û wêneyên Demîrtaş

Li gorî heman nûçeyê, di dema lêpirsîna polîs û dozgeriyê de hincetên wekî "hilgirtina wêneyên Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş di dema pîrozbahiyên Newrozê de", "gerandina govendê ya li ber stranan" û "avêtina diruşmeyan" wekî sûc li wan kesan hatine girtin.