Li Amedê qeza: 15 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Rezan a parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek û servîseke dibistanê li hev qelibîn û di encamê de 15 kes birîndar bûn.
Li Kolana Xalîd Bîn Welîd a navçeya Rezanê qezayeke trafîkê çêbû.
Servîsa dibistanekê û otomobîlek li hev qelibîn.
Heta niha nasnameya şofêrên her du wesayîtan nehatiye zanîn.
13 xwendekar birîndar bûn
Di encama qezayê de 13 xwendekarên ku di servîsê de bûn birîndar bûn.
Her wiha şofêrê otomobîlê û kesekî din ê ku bi wî re di otomobîlê de bû birîndar bûn.
Li ser agahdarkirina xelkê derdorê, polîs, cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê qezayê.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên Amedê.