Şaredarê Xelfetiyê ku ji CHP'ê veqetiya tevlî BDP'ê bû

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredarê cihê jidayîkbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan navçeya Xelfetî ya Rihayê Mehmûd Ozdemîr ku ji CHP'ê veqetiya û tevlî BDP'ê bû, da zanîn ku partiya wî CHP'ê guh nedaye daxwazên wan. Ozdemîr da zanîn ku ji bo tevkarî bide pêvajoya aştiyê, tevlî BDP'ê bûye.

Şaredarê cihê jidayîkbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan navçeya Xelfetî ya Rihayê Mahmûd Ozdemîr, ji Partiya Komara Gel (CHP) îstifa kir û tevlî BDP'ê bû. Ozdemîr, sedema veqetîna xwe ji Rûdawê re vegot. Ozdemîr diyar kir ku ji CHP'ê veqetiyaye, îro tevlî BDP'ê dibe.

Ozdemîr destnîşan kir ku niha li welêt bi rastî jî aştiyeke bi rûmet û pêvajoyeke ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daye destpêkirin heye. Ozdemîr anî ziman ku ev pêvajo hem ji bo Tirkiyê hem jî bo Rojhilata Navîn dê aştiyeke gelek cidî bîne û berjewendiyên hemû gelan tê de heye. 

'Ji ber daxuyaniyên şoven û nîjadperest bêzar bûm'

Ozdemîr, got ku "Ez du serdem e ku şaredarê axa ku Birêz Ocalan lê jidayîk bûyî me. Bi dengê gelê kurd jî yê tirk jî hatim hilbijartin û xizmetê didim gelê xwe. Ozdemîr, destnîşan kir ku planek projeyek CHP'ê ya derbarê vê pêvajoyê de tuneye ku bi gel re parve bike û wiha pê de çû: "Pêwîst bû vêya bike, seknek wiha nîşan bide. Em gelekî li hêviya vê helwestê man, lê mixabin me nedît. Daxuyaniyên wê yên nijadperest û şoven, ez gelek bêzar kirim. Em mirovên demokrat û sosyalîst in. Pêdiviya vî welatî bi aştî, biratî, jiyana bi hev re, aştiyeke bi rûmet heye. Di vir de roleke mezin dikeve ser milê partiyên sosyal û demokrat. Mixabin, ne diyar e ku ev partî çi diparêze."

Hewildanên wî encam nedan

Ozdemîr, sedema veqetîna xwe ya ji CHP'ê, bi van gotinan anî ziman: "Armanca bingehîn a ku min ji vê partiyê îstifa kir, planek û projeyek ji bo vê pêvajoya aştiyê derneket. Hem rojava, hem jî rojhilat, beşa ku dengê xwe daye CHP'ê, hemû alîgirê vê pêvajoyê ne.

 Lê navenda giştî ya CHP'ê guh neda van daxwazan û sekneke zelal nîşan neda." Ozdemîr da zanîn ku Serokê Giştî yê berê yê CHP'ê Denîz Baykal jî, di sala 2009'an de dema nû hatiye bijartin, hatiye serdana min û min derbarê kurdan de raporek daye Baykal, lê encamek derneketiye. Ozdemîr diyar kir ku bi hatina Kemal Kiliçdaroglu re, hêviyek ji bo çareseriyê çêbûye, raporek daye wan jî, lê nizane li ber çav girtine an negirtine. 

'Gelê Xelfetiyê piştgirî da vê helwesta min'

Ozdemîr, destnîşan kir ku bi rastî ew jî pirsgirêkê gelek baş dizanin, lê mixabin derdorên netewperest (ulusalci) giraniya wan heye di nav CHP'ê de. Ozdemîr da zanîn ku derdorên demokrat û sosyalîst nikarin fikra xwe bînin ziman û planê xwe yê ji bo pêşerojê, bi van gotinan anî ziman: "Ji niha û pê de, ez ê bi gelê xwe re bim. Ez di wê baweriyê de me ku BDP muxelefetek gelek baş dike, ew ê tevkariyek gelek baş bide aştiyê. Ev mehek e bi gel re civînan çêdikim. Hemû dibêjin ku ev helwesteke baş e, bi derengî jî ketiye. Ev biryara min tenê nîne, biryara gelê min e jî. Pêwîst e ku em guh bidin dengê gelê xwe."