Encamên destpêk yên Hewlêrê
Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinan, li parêzgeha Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê, PDK li pêşiya partiyên din e.
Jimartina dengên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê didome.
Lê li gorî encamên destpêkê, PDK yekem, YNK duyem, Gorran sêyem, Komel çarem û Yekgirtû jî di rêza pêncem de ye…