Duhok (Rûdaw) – Welatiyekî bi navê Hakim Goran di weşana zindî ya facebookê de bi çeka kaleşnîkov teqe li xwe kir, çend xortên li nêzîkî wî xwe gihandin wî û ew rakirin nexweşxaneyê.
Rêveberê Polîsê Duhokê Lîwa Tariq Ehmed ji Rûdawê re ragihand: “Hakim Goran gulle berdaye xwe û birîndar bûye, niha li nexweşxaneyê tê tedawîkirin.”
Hakim Goran di weşana zindî de afîşek daniye paş xwe û bi tîpên mezin li ser nivîsandiye "yekrêzî, çaksazî û serxwebûn".
Hakim Goran di dema giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê çûbû ser çiya û gotibû ku heta serxwebûn neyê ragihandin nayê xwarê, bi vî karê xwe jî li nav xelkê navdar bûbû.
Îşev di medyaya civakî de hatiye belavkirin ku Hakim Qadir ragihandiye ku dê di weşana zindî de xwe bikuje.
Dema ku dixwaze teqe li xwe bike, dengê çend kesên derdora wî tê, bangî wî dikin ku xwe nekuje, lê Hakim Goran gefê li wan dixwe û dibêje "kî nêzîkî min bibe, ez dê gulle berdim wî".
Berî gulleberdanê Hakim Goran dibêje: “Ez destê rayedaran maç dikim ji bo ku yekrêz bin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse