Projeya çêkirina rêya Rovya – Gopal %20 temam bûye
Rovya (Rûdaw) – Projeya çêkirina rêya Rovya – Gopal di 1ê Cotmeha 2018an de bi qasî 70 milyon dolaran dest pê kir. Rojane 24 demjimêr kar li ser çêkirina rêyê tê kirin û saziyên hikûmetê çavdêriya projeyê dikin û hewl didin ku heta dema diyarkirî bi dawî bibe.
Berpirsê projeya çêkirina rêya Rovya – Gopalê ji Rûdawê re ragihand: “Kar berdewan e, 24 demjimêr kar li ser vê projeyê tê kirin, %20 temam bûye û em soz didin xelkê xwe ku berî dema projeyê temam bibe.”
Kompaniya cîbicîkar soz daye Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku di nav nehsed rojan de ev proje temam bike.
Tevî barana zêde ku îsal bariya, kompaniyê karî %20ê projeyê temam bikin. Cîbicîkirina vê projeyê bûye cihê kêfxweşiya şofêran.
Dirêjahiya rêya Rovya – Gopalê 22 kîlometre ye, bi temambûna vê projeyê, ji sedî 90ê rêya sereke ya navbera Duhok – Hewlêrê dibe du alî, herwiha nîv demjimêr di navbera hatûçûna di navbera Duhok û Hewlêrê de kêm dibe.