Tirkiye li wê herêma stratejîk binkeyeke serbazî ava dike
Hewlêr (Rûdaw) - Operasyonên artêşa Tirkiyê li nav sînorê Başûrê Kurdistanê berdewam in û Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê dibêje, ew dê binkeyeke nû li Metînayê ava bikin û got, “Em xeta diçe Qendîlê digirin.”
Operasyonên ku Artêşa Tirkiyê roja 23ê Nîsanê li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn ên li nav sînorê Başûrê Kurdistanê dabûn destpêkirin, berdewam in.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu îro, li ser operasyonên li dijî gerîlayên PKKê zanyarî pêşkêşî endamên rêveberiya AK Partiyê kirin.
Suleyman Soylu tekezî li ser wê kir ku operasyonên wan ên li nav axa Başûrê Kurdistanê dê berdewam bin û behsa girîngiya herêma Metîna û avakirina binkeyên nû kir.
Soylu got, “Herêma Metîna devereke girîng e. Weke li Sûriyê, em dê li vir jî binkeyan ava bikin û deverê kontrol bikin. Ev herêm xeta derbasbûna bo Qendîlê ye û em dê vê xetê kontrol bikin.”
Tirkiyê û çekdarên hevpeymanên wê, ji 2016an ve li dijî şervanên Kurd 3 operasyon û êrişên mezin bo ser herêmên Rojavayê Kurdistanê encam dane û li herêmên sînorî ku Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê li xwe digire, hejmareke zêde ya binkeyên serbazî ava kirine.
Hefteya derbasbûyî artêşa Tirkiyê destpêkirina operasyoneke nû li dijî gerîlayên PKKê ragihand ku navenda wê operasyonê herêma Metîna ye û digihije heta Avaşîn û Basyanê.
Metîna herêmeke stratejîk e ji bo PKKê û Tirkiye hewl dide bi avakirina binkeyên serbazî li wê herêmê tevgera gerîlayên PKKê ya di navbera Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê de qut bike.
Berpirsên Kurd hişyariyê didin ku artêşa Tirkiyê li 3 kîlometre nêzikî gundê Kestê serbaz bicih kirine û di operasyonên xwede pêş dikeve bo nav axa Başûrê Kurdistanê.
Herwiha şer û pevçûnên dijwar ên di navbera gerîla û leşkerên Tirkiyê de jî bûne sedem ku gundî mal û warên xwe bicî bihêlin û koçber bibin.
Tirkiye jibilî Bakurê Kurdistanê heyameke dirêj e li nav axa Başûrê Kurdistanê jî li dijî gerîlayên PKKê operasyonan pêk tîne û jibilî bikaranîna helîkopter, firokeyên şer, firokeyên bêfirokevan, vê dawiyê dest bi şandina zêdetir hêzên bejayî kiriye û hejmareke zêde ya binkeyên serbazî ava kirine.
Tirkiye ji bo operasyonên xwe yên li nav axa Rojava û Başûrê Kurdistanê û avakirina hejmareke zêde ya binkeyên serbazî, “parastin û dabînkirina ewlekariya sînorên xwe” wek hinceta sereke nîşan dide.
Tîrmeha derbasbûyî, Rêveberiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyê nexşeyek belav kiribû ku tê 37 xal û binkeyên serbazî yên wî welatî li herêmên ser bi Hewlêr, Duhok, Zaxo û Soranê ve diyar bûn.
Ev di demekê de ye ku Tirkiye zanyariyên bi vî rengî zû bi zû bo raya giştî aşkere nake û her ji ber vê sedemê ew nexşe bilez hat rakirin.
Li aliyê din li gor amarên Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di çarçova opersyonên dawîn de 6 serbazan di şerên li gel PKKê de hatine kuştin.