Li çend bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya bahozê hat dayîn
Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku li 9 parêzgehan ba û bahoz çêdibe û divê welatî tedbîrên pêwîst wergigrin.
Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo çend bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya ba û bahozê da.
Li gorî daxûyaniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, 1ê Gulana 2025an li parêzgehên Amed, Riha, Mêrdîn, Êlih, Sêrt, Şirnex, Xarpêt, Çewlîg û Meletiyê yên Bakurê Kurdistanê dê ba û bahpz çêbibe û dem bi dem dê baran bibare.
Hat diyarkirin ku egera firîna serban û barîna tozê heye û dibe di çûnûhatinê de welatî rûbirûyê zehmetiyan bibin.
Her wiha bi taybetî hişyarî hatiye dayîn ku welatî tedbîrên pêwîst wergrin.