Berpirsekî teqemeniyan ê DAIŞê hat girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi piştevaniya Koalîsyonê Navneteweyî li Dêrezorê berpirsê teqemeniyan ê DAIŞê girt.
Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) ên HSDyê bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê li gundewarên Dêrazorê DAIŞiyê berpirsê amadekirina teqemeniyan, girt.
Navenda Ragihandinê ya HSDyê ragihand ku TOLê bi piştevaniya hêzên Koalîsyona li gundewarê Dêrazorê operasyonek pêk anî,
Li gorî daxuyaniyê di encama operasyonê de de berpirê şaneyeke DAIŞê û pisporê amadekirina teqemeniyan hat girtin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Hêzên me derbarê Henan Cabir El Eliyê ku bi Ebû Mihemed tê naskirin agahî kom kirin û cihê veşartina wî dorpêç kir û ew girt.
Terorîstê hatiye girtin, berpirsê şaneyeke rêxistina DAIŞê û pispora amadekirina teqemeniyan bû.
Hêzên me agahî wergirtin ku wî made û amûrên teqemeniyê dida şaneyên terorîst ku êrişên terorane li dijî hêzên me, sivîl û saziyên sivîl ên li herêmê pêk bîne.”