Li Bedlîsê qeza: 8 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê minibus û otomobîlek li hev qelibîn û di qezayê de 8 kes birîndar bûn.
Li Xaçerêya Bataryayê ya ya li navenda bajarê Bedlîsê minibuseke rêwiyan û otomobîlek li hev qelibîn.
Di qezauê de 8 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê qezayê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê.
Rêya ku demekî ji trafîkê re girtî ma piştî ku wesayît ji rê hatin rakirin dîsa hat vekirin.