Li Zanîngeha Dîcleyê petrol hat dîtin: Peymaneke 10 salî hat îmzekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li kampusa Zanîngeha Dîcleyê ya li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê petrol hat dîtinê.

Piştî dîtina petrolê ya li kampusa Zanîngeha Dîcleyê li gel SANKO Holdingê peymaneke 10 salî hat îmzekirin.

Tê plankirin ku bi rêya 6 bîrên sondajê salane bi sed hezaran varîl petrol were hilberandin.

Zanîngeha Dîcleyê û SANKO Holdingê ji bo xebatên lêgerîna petrolê peymaneke 10 salî îmze kir.

Zanîngehê di daxuyaniyekê de ragihand ku li gundê Îrîncîlê yê navçeya Sûrê ya parêzgeha Amedê xebatên sîsmîk hatine kirin.

Piştî xebatan hat dîtin ku kirêkirina qadê ji bo sondajê guncav e.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Di encama nirxandinên teknîkî û îdarî de, ev daxwaz bi biryara Komîteya Birêvebir a Zanîngehê guncav hat dîtin.

Piştî wergirtina destûrên pêwîst pêvajo temam bû.”

Li kampusê li 2 xalên cuda sondaj

Hat ragihand ku xebatên sondajê dê li kampusê li du herêmên cuda werin kirin.

Xebat dê li pişt Fakulteya Hiqûqê li qadeke nêzîkî 18 hezar metreçargoşeyî û li binê stadyuma futbolê li qadeke nêzîkî 27 hezar metreçargoşeyî werin meşandin.

Li vê qada ku bi giştî zêdetirî 45 hezar metreçargoşeyî ye, tê plankirin ku li her herêmekê 3 bîr û bi giştî 6 bîrên sondajê werin vekirin.

Armanc salane bi sed hezaran varîl e

Tê pêşbînîkirin ku lêçûna sazkirina projeyê nêzîkî 20 milyon dolarî be.

Heger petrol were dîtin, tê armanckirin ku ji her bîrekê rojane bi navînî 150 varîl petrol were hilberandin.

Ev yek jî tê wê wateyê ku dê salane nêzîkî 328 hezar û 500 varîl petrol were hilberandin.