Şandeyeke hikûmeta Şamê ji bo entegrasyonê çû Kobaniyê

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyeke Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê li bajarê Kobaniyê li gel aliyên pêwendîdar entegrasyona saziyan û amadehiyên çandiniyê hatin gotûbêjkirin.

Şandeya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê doh di çarçoveya koordînasyon û şopandina dosyeya entegrasyonê ya saziyan a di nava dewleta Sûriyeyê de ji Helebê çû bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê.

Şande bi serokatiya Birêvebirê Bazirganiya Navxweyî ya Helebê Îbrahîm Mihemed Belîx bû.

Her wiha birêvbirên saziyên xizmetguzariyê yên wekî Saziya Genim, Nanpêjgeh û Saziya Bazirganiyê jî di şandeyê de amade bûn.

Li Kobaniyê, şande ji aliyê Hevserokê Meclisa Birêvebir a Kobaniyê Ferhan Hec Îsa, Birêvebirê Navçeya Kobaniyê Mihemed Mistefa Mihemed û nûnerên saziyên çandiniyê ve hat pêşwazîkirin.

Entegrasyona saziyan û amadehiyên çandiniyê

Di civîna di navbera her du aliyan de, mijara sereke hêsankirina pêvajoya entegrasyona saziyan bû.

Her wiha bi hûrgilî behsa amadehiyên ji bo demsala çandiniyê ya sala 2026an hat kirin û mekanîzmayên piştgirîkirina cotkaran û pêşkêşkirina xizmetguzariyan hatin nirxandin.

Banga berdana girtiyan

Di beşeke din a civînê de, girîngiya parastina aştiya civakî, xurtkirina pêkvejiyanê ya di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê de û rawestana li dijî gotinên nefretê hatin gotûbêjkirin.

Her wiha behsa lezkirina berdana dîlan hat kirin.

Her du aliyan tekez kir ku dê civînên wan ên hevbeş bidomin da ku hemû astengiyên li pêşiya kar werin rakirin û xizmeta berjewendiyên gelê Sûriyeyê û hemû pêkhateyên wê were kirin.