Behrî tonek û 190 kîlo ye

Hewlêr (Rûdaw) - Ev conegayê bi navê Behrî li navçeya Panosê ya Agiriya Bakurê Kurdistanê ji bo qurbanê hatiye xwedîkirin û li benda bikirê xwe ye.

Harun Karabaşê ku li Panosê ajeldariyê dike, conegeyê xwe yê ku navê "Behrî" lê kiriye û bi nazdarî xwedî kiriye û ew bi 600 hezar lîreyî (13 hezar dolar) daye ber firotinê.

Conegeyê sîmental tonek û 190 kîlo ye û niha li benda bikirê xwe ye.

Harun Karabaş diyar kir ku wan Behrî bi awayekî pir baş xwedî kiriye û her wiha ew bi şev û roj lê miqate ne û got:

"Em heywanên xwe bi baldarî xwedî dikin. Me zivistanê ew baş xwedî kirin. Ji bo ku baş çêbin, em bi şev û roj xebitîn."