Platforma Neteweyî ya Kurd 'Belgeya Helwestê ya Siyasî' eşkere kir
Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Neteweyî ya Kurd", "Belge û Modela Helwestê ya Siyasî ya Bingehîn" bi raya giştî re parve kir û got, "Komara Demokratîk daxwazên Kurdan bi cih nayne"
Platforma Neteweyî ya Kurd yekemîn konferansa xwe ya damezirandinê 28-29ê Adarê li Ameda Bakurê Kurdistanê pêk anî.
Konferans bi beşdariya 225 delegeyan hat lidarxistin.
Platformê îro bi armanca parastina mafên neteweyî yên kolektîf ên miletê Kurd “Belge û Modela Helwesta Siyasî ya Bingehîn" amade kiriye.
Platform dixwaze bi vê belgeyê li ser bingeha xalên hevpar ên herî kêm, îradeyeke hevbeş ava bike.
Di belgeyê de normên hiqûqa navneteweyî, rêbazên aştîyane û prensîbên nûnertiya sazîbûyî derketin pêş.
Parastina mafên kolektîf
Belgeya platformê ji 6 beşan pêk tê.
Di beşa destpêkê ya belgeyê de, armanca sereke ya platformê hatiye diyarkirin.
Li gorî belgeyê, armanca sereke parastina mafên kolektîf ên miletê Kurd di çarçoveya rewabûna demokratîk de ye.
Di heman demê de xurtkirina nûnertiya miletê Kurd a li asta navneteweyî jî wekî armanceke bingehîn hatiye pênasekirin.
"Tecrubeyên borî bîreke kolektîf in"
Platformê ragihand ku ew bi temamî xwedî li dîroka têkoşîna siyasî ya Kurdan derdikeve.
Platformê her wiha destnîşan kir ku ew tecrubeyên borî wekî bîreke (hafizeyeke) kolektîf qebûl dike.
"Komara Demokratîk daxwazên Kurdan bi cih nayne"
Platformê di daxuyaniya xwe de rexneyên tund li xeta siyasî ya serdest a li Bakurê Kurdistanê girtin.
Hat destnîşankirin ku projeyên wekî "Komara Demokratîk" û "Neteweya Demokratîk" daxwazên neteweyî yên miletê Kurd bi cih naynin.
Di dawiyê de daxwazên sereke yên platformê hatin ragihandin.
Statuyeke siyasî ya li ser bingeha mafê çarenivîsê, perwerdeya bi zimanê dayîkê û vegerandina navê "Kurdistan"ê di nav daxwazên wan ên sereke de cih girtin.
Daxuyaniya Platforma Neteweyî ya Kurd wiha ye:
“Ji bo çapemenî û raya giştî
Wekî encameke pêşîn a banga xwe ya Sibata 2026an, me pêvajoya damezirandina Platforma Neteweyî ya Kurd bi konferansa wê ya yekem a 28-29ê Adara 2026an a li Amedê gihand asteke sazûmanî.
Gelek kesayetên siyasî yên hêja yên ji spektrumên siyasî yên cuda bi awayekî erênî bersiva banga me da û ew wekî delege beşdarî konferansa me bûn.
Konferansa me di destpêkê de rastî kontrolên polîsan hat û komek hevalên me yên beşdar hatin desteserkirin.
Bi tevahî 225 beşdar tevlî konferansa me bûn. Delegeyên me analîzên berfireh ên rewşa heyî ya welatê me kirin û pêşniyarên xwe yên çareseriyê pêşkêş kirin.
Konferansa me pêşniyarên delegeyên me tomar kirin û biryar da ku wan veguhezîne rojeva Meclîsa Platforma Neteweyî ya Kurd a ku hatiye hilbijartin.
Konferansa me piştgiriya Platforma Neteweyî ya Kurd a ji bo têkoşîna rizgariya neteweyî ya gelê me û partiyên me yên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê ya li dijî dewleta Îranê piştrast kir.
Di serî de êrişa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ew êrişên dewleta Îranê û hêzên wê yên paramîlîter ên li ser saziyên xizmetguzariyê bi tundî şermezar kirin û bi rêzdarî gelê sivîl û şervanên me yên pêşmerge yên şehîd bi bîr anîn.
Bi heman awayî, konferansa me piştgiriya xwe ya ji bo têkoşîna gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê ya ji bo parastina mafên wan ên neteweyî diyar kir.
Di heman demê de êrişên berdewam ên li dijî gelê me yên ji aliyê Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê ve hatin şermezarkirin.
Konferansa me destnîşan kir ku li Bakurê Kurdistanê demeke dirêj e qeyraneke siyasî ya temsîliyeta neteweyî heye. Konferansa me destnîşan kir ku çîna siyasî ya Bakurê Kurdistanê bi qasî 40 sal in di bin serdestiya tevgereke siyasî ya totalîter de ye.
Vê tevgerê, ji ber taybetmendiya xwe ya totalîter hebûna aliyên siyasî yên li derveyî xwe nepejirandiye, dem bi dem li dijî wan zext û tundî bi kar aniye.
Bi vî awayî, ne tenê rê li ber çîna siyasî ya Kurd girtiye ku bi hemû dînamîkên xwe beşdarî qada siyasî nebe lê di heman demê de dînamîkên wê di nav sînorên xwe yên teng de jî asê kirine û bûye sedema kavilbûna tevgera neteweyî ya di warên rewşenbîrî, dîplomatîk û çandî de.
Konferansa me piştrast kir ku ew kesên xwe wekî nûnerên neteweya Kurd dizanin ji bo entegrekirina çîna siyasî ya Kurdan a di nav pergala siyasî ya Tirkiyeyê de bi bernameyekê xebitîne.
Wekî encam jî bi deklarasyona 27ê Sibatê stratejiya serkutkirina qada siyasî ya Kurdî û astengkirina hewldanên nîqaşkirin û çareserkirina Pirsgirêka Kurd a di rêça wê ya xwezayî de pejirandine.
Konferansa me di demeke wisa de kom bûye ku em şahidiya hewldanên plankirî yên têkbirina têkoşîna maf û azadiyan a Kurdan dikin.
Lewra, konferansa me destnîşan dike; asta zext û astengiyên vê heyamê rê nade kesayet, kom û hêzên siyasî yên Kurd da ku bi azmûna xwe ya heyî û bi hêza xwe ya rêxistinkirî ya heyî her yek bi tena serê û ji hev cuda karibin di serî li pêvajoyê derkevin.
Konferansa me gihiştiye wê encamê ku em dê di vê pêvajoyê de rastî zext û astengiyan bên û tenê bi yekbûna hêzên siyasî yên Kurd ên ji hemî spektrûman em dê li ser platformeke neteweyî karibin wan zextan ji nav bibin.
Di vê çarçoveyê de, konferansa me biryara Înîsiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê ya "avakirina platformeke temsîliyeta neteweyî ya berfireh" pêşwazî kir.
Her wiha destûr da desteya rêveberiyê ya hilbijartî ku li ser "modelên yekîtiyê" bi Înîsiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê û partî û aliyên siyasî yên din ên Kurd re bixebite.
Ji ber vê yekê, avakirina tifaqeke berfireh a bi alî û kesên beşdarî konferansa 14ê Adarê bûne û yên li derveyî wê mane armanca me ya stratejîk e.
Konferansa me destnivîsa "Belgenameya Helwesta Siyasî" ya ji aliyê komîteya damezrêner ve hatiye amadekirin bi guhertinên pêwîst qebûl kir. Erka temamkirina nivîsê li gorî biryarên konferansê, piştî nirxandinên pêwîst ji meclîsa me ya hilbijartî re hişt.
Konferansa me, li gorî "Belgenameya Helwesta Siyasî û Damezirandinê" meclîsek hilbijart û erk da vê meclîsê ku desteyek rêveberiyê ava bike.
Konferansa me her wiha biryar da ku Platformeke Neteweyî ya Kurd a xweser li diyasporayê bi hevahengiya platforma me ya li welêt ava bike.
Konferansa me bi biryardarî ji gelê xwe re radigihîne ku projeyên ku bi navên "Komara Demokratîk", "Neteweya Demokratîk", "Entegrasyona Demokratîk", "Civaka Demokratîk" û hwd. ji miletê me re hatine pêşkêşkirin tu daxwazên miletê me yên derbarê maf û azadiyên bingehîn de bi cih naynin. Ew kesên ku dema xwe li ser van projeyan xerc dikin nûnerên miletê Kurd nînin.
Yek ji prensîbên bingehîn ên platforma me ev e ku mafê miletê Kurd ê xwebirêvebirina bi statuyeke siyasî ya li ser bingeha wekheviyê li welatê xwe nayê desteserkirin, nayê veguheztin û nayê gotûbêjkirin.
Konferansa me tekez dike ku Platforma Neteweyî ya Kurd dê di serî de li pişt mafê neteweya Kurd a xwerêveberiyê û daxwazên jêrîn bisekine:
1- Mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê.
2- Di serî de navê Kurdistanê vegerandina navên cihên ku hatine guhertin û qedexekirin.
3- Eşkerekirina cihên veşartina kesayetên dîrokî yên Kurd û vegerandina îtibara wan.
4- Rakirina astengiyên li pêşiya azadiya raman û rêxistinbûnê.
5- Dabînkirina çavkaniyan ji bo bikaranîna miletê me.
6- Pejirandina daxwaza statuya siyasî ya li ser bingeha mafê çarenivîsê yê miletan.
Konferansa me radigihîne ku Platforma Neteweyî ya Kurd, li gel mafê xwerêveberiyê, dê di serî de li pişt qanûnîkirina mafên destûrî yên miletê Kurd û van daxwazan bisekine.
Ji bo bidestxistina van daxwazan, konferansa me şîretê li platforma me dike ku têkoşîna xwe bi rêbaz, amûr û rêxistinên rewa di çarçoveya hiqûqa sivîl û navneteweyî de bidomîne. Dîsa destnîşan dike ku serdema pêş dê serdema rêxistinbûnê be û divê meclîsa hilbijartî û desteya rêveberiyê van erkên xwe li gorî pêşniyarên delegeyan bi cih bînin.
Ev daxuyanî ragihandineke ji raya giştî re ye ku em parêzvanên îradeya hevpar û daxwazên rewa yên miletê Kurd in.
Bi rêzdarî!”