Li Qamişloyê bihayê amperên elektrîkê hat zêdekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Qamişloyê bihayê jeneratoran diyar kir û ji bo aboneyan mercên nû danîn
Doh li bajarê Qamişloyê di civîneke berfireh de nirxê amperên jeneratoran ê meha Gulanê hat diyarkirin.
Civîn bi beşdariya Meclisa Navçeyê, Şaredariya Qamişloyê, Yekitiya Jeneratoran û Komîteya Sotemeniyê pêk hat.
Ji bo ku welatî bi hêsanî ji bihayan agahdar bibin, biha bi vî rengî hatin eşkerekirin:
Bihayê li ser bingeha mazota xizmetguzariyê
- Karkirina 8 demjimêran: 15 hezar lîreyên Sûrî
- Karkirina 16 demjimêran: 30 hezar lîre Sûrî
Bihayê li ser bingeha mazota azad
- Karkirina 8 demjimêran: 13,5 dolar
- Pergala 24 demjimêran: 16 dolar
- Bihayê karkirina yek demjimêrê: 1,70 dolar
Hat diyarkirin ku ji ber mesrefa mazotê û parçeyên yêdek, heqê pergala 24 demjimêran tenê bi dolaran tê wergirtin.
Ji bo xwediyên jeneratoran cezayên giran
Di civînê de ji bo parastina mafên welatiyan biryarên tund hatin dayîn.
Her xwediyekî jeneratorê ku bi qestî elektrîkê bibire yan jî di karê xwe de kêmasiyê bike dê 75 milyon lîreyê Sûrî were cezakirin.
Eger xwediyê jeneratorê pêbendî bihayê diyarkirî nebe dê dîsa 75 milyon lîre ceza bixwe.
Eger vê yekê dubare bike, dê dest bi jeneratora wî were danîn.
Divê xwediyên jeneratoran dema xirabûnek çêbibe, demildest komîteya şopandinê agahdar bikin da ku rûbirûyî cezayan nebin.
Ji bo aboneyan mercên nû
Qedexe ye ku xwediyê jeneratorê ji bo aboneyên nû zêdetirî 10 ampêran bide.
Divê xwediyê jeneratorê fatûreyên fermî bide welatiyan ku nav û biha li ser wan hene.
Divê welatî di navbera 1 û 10ê mehê de heqê aboneyê bidin.
Kî di dema wê de pere nede dê elektrîka wî were birîn û ji bo girêdana nû divê 25 hezar lîre bide.
Ampêrên Şamê 26 qat bihatir in
Bihayê ampêran li Şamê 26 qatî ji ampêrên li Rojavayê Kurdistanê bihatir e.
Di pergala fatûreyan a li Şamê de, tu çi qasî zêde bi kar bînî, biha ew qasî giran dibe.
Hikûmet bikaranîna elektrîkê dike pergala "astan" ango "beşan".
Her ku tu zêdetir elektrîkê bi kar bînî, bihayê yek kîlowatê (kWh) li ser te bihatir dibe.
Eger di nav du mehan de 400 kîlowat elektrîk hatibe bikaranîn, hesab wiha tê kirin:
Beşa yekem (300 kîlowatên destpêkê): Hikûmet van 300 kîlowatên pêşîn bi bihayekî "erzan" hesab dike ku kîlowata wê 600 Lîreyê Sûriyeyê ye (300 x 600 = 180 hezar lîre).
Beşa duyem (100 kîlowatên ser 300î re): Dema ji sînorê 300 kîlowatî tê derbaskirin, hikûmet bihayê kîlowatên zêde giran dike û dike 1400 Lîreyê Sûriyeyê (100 x 1400 = 140 hezar lîre).
Encam ev e ku fatûreya dawî ya ji bo du mehan dibe 320 hezar lîre.
Bi kurtasî, heta ku bikaranîna te di bin 300 kîlowatî de be tu bihayê erzan didî.
Lê gava ku tu ji 300 kîlowatî derbas bibî, kîlowatên zêde bi bihayekî ku ji du qatan jî zêdetir e tên hesabkirin.
Ji ber vê yekê fatûre li Şamê ji nişka ve gelekî giran dibe.
Ji bo kesekî li Şamê ku bixwaze wekî Rojavayê Kurdistanê (8 demjimêran) ji jeneratorên taybet elektrîkê bikire, divê mehane derdora 400 hezar lîreyî bide.
Li gorî vî hesabî ampêrên li Şamê 26 qatî ji ampêrên Qamişloyê bihatir in.