Kesekî Kurd bû serokê Zanîngeha Kerkûkê
Hewlêr (Rûdaw) – Bi biryara Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Iraqê, akademisyenê Kurd Dr. Sebah Ehmed Îsmaîl wekî serokê Zanîngeha Kerkûkê hat danîn.
Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Iraqê Evdulwehab Suhêl, Serokê Zanîngeha Kerkûkê Dr. Ebas Hesen Takî ku kesekî Turkmen bû ji kar dûr xist û li şûna wî akademisyenê Kurd Dr. Sebah Ehmed Îsmaîl hat danîn.
Dr, Ebas Hesen Takî ji Rûdawê re ev nûçe piştrast kir û diyar kir ku ev veguherîn tevahiya zanîngehên li Iraqê lixwe digre.
Takî da zanîn ku heta niha serokên 14 zanîngeha hatiye guhertin û li şûna wî jî kesekî Kurd hatiye destnîşankirin û got ew dê wekî mamoste li Zanîngeha Kerkûkê berdwam be.
Herwiha serokên herdu zanîngehên Wasit û Tikîtê jî hatine guhertin.