Zîpikên bi qasî gûzan bariyan
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Posofê ya parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê zîpikên bi qasî hebên gûzan mezin bariyan û vê yekê zerer gihand zeviyên çandiniyê.
Doh piştî nîvro li navçeya Posofê ya parêzgeha Erdexanê piştî baraneke gûr zîpik (teyrok) bariyan.
Li hinek deveran zîpik bi qasî hebên gûzan mezin bûn.
Zîpikan erd spî kir û zerereke zêde gihand zeviyên çandiniyê û berhemên salê.
Xelkê navçeyê li hember mezinahiya hebên zîpikan ku dawiya meha Gulanê bariyaye mat ma.