ERZIROM - Hirçek belaya xwe ji mêşvanan venake

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xoresanê ya parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê hirçek her şev diçe hingivê meşvanan dixwe.

Ev heftiyek e li gundekî navçeya Xoresanê ya Erziromê hirçek fêr bûye her şev biçe biçe hingivê mêşvanan bixwe.

Xuyaye tama hingiv bi devê hirçê ketiye û êdî ev kar ji xwe re kiriye adet û bela xwe ji mêşvanan venake û her şev qesta kewarên hingiv dike.  

Muxtarê Gund Şînasî Kahraman da zanîn ku ev heftiyek e gundî ji ber hirçê bêzar bûne û nîgeran in ku êrîşî wan jî bike.

Şînasî Kahraman diyar kir ku hirçê çavê xwe berdaye ajelên gundiyan jî niha piştî kewarên mêşan li dora axuran jî tê û diçe û got ku welatî bi şev bi baldarî tevdigerin û  nîgeran in.

Her wiha xelkê gund ji aliyên pêwendîdar dixwaze ku derbarê hirçê tedbîrekê wergirin. 

Dîmenên hirçê yên dema zererê dide  kewarên mêşan û li derdora axurên gundiyan digere ji aliyê kameraya çavdêriyê ve hatine tomarkirin.