Li Soran û Colemêrgê erd hejiya
Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrga Bakurê Kurdistanê û li herêma Soranê ya Hewlêrê erd hejiya.
Nêrîngeha Kandilliyê ragihand ku mezinahiya erdheja li Şemzînanê 4,4 bûye.
Li gorî Kandilliyê, wê erdhejê demjimêr 19:14an rû daye.
Gerînendehiya Giştî ya Lêkolînan a Erdhej û Meteorolojiyê ya Herêma Kurdistanê jî eşkere kir ku di heman demê de (19:14an) li herêma Soranê ya Hewlêrê jî erd hejiyaye.
Li gorî Gerînendehiya Giştî mezinahiya vê erdhejê jî 4,0 bûye.
Pisporê Erdhejan Mihemed Kemal ji Rûdawê re eşkere kir ku navenda erdhejê gundê Bêsokê yê di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de ye.