Nêçîrvan Barzanî û Patrick Durel civiyan
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê bi Balyozê Fransayê yê Îraqê Patrick Durel re civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn, wan diyar kiriye ku divê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser bingeha destûrê û bi rêya diyalogê bên çareserkirin.
Li gor daxuyaniya Serokatiyê, di civînê de behsa pêwendiyên Fransayê yên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê, rewşa giştî ya Îraq û Herêma Kurdistanê û derfetên veberhênan û bazirganiyê yên ji bo kompanyayên Fransayê yên li Îraq û Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Di hevdîtinê de rûdanên dawî yên li Rojhilata Navîn jî hatine nirxandin û her du aliyan bal kişandiye ser girîngiya parastina aramî û ewlehiya herêmê.
Barzanî û Borel destnîşan kiriye ku divê Îraq ji krîz û aloziyên li herêmê dûr bê girtin.
Divê were gotin ku Konsulê Giştî yê Fransayê yê Herêma Kurdistanê Yann Braem jî di civînê de hazir bû.