Baregeha ku bûbû armanca yekem a PKKyê, dibe navenda ciwanan
Şemzînan - (Rûdaw) - Baregeha Cendirmeyan a Şemzînanê ku wekî cihê yekem çalakiya çekdarî ya PKKyê û navenda îşkenceyên JITEMê dihate naskirin, dê bibe navendeke perwerde û çalakiyan ji bo ciwanan. Xelkê navçeyê bi vê biryarê kêfxweş e.
Baregeha cendirmeyan a Şemzînan a Colemêrgê ku xwedî dîrokeke 56 salî ye, tê hilweşandin.
Li şûna baregehê ku di salên 1990î de wekî navendeke şkenceyê ya JITEMê jî dihate naskirin, dê navendeke perwerde û çalakiyan ji bo ciwanan were avakirin.
Baregeha navborî di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê de xwedî cihekî sembolîk e. Ew di 15ê Tebaxa 1984an de bûbû armanca yekem çalakiya çekdarî ya PKKyê.
Projeya hilweşandina baregehê û avakirina navenda perwerdeyê ji aliyê Qeymeqamtiya Şemzînanê ve tê birêvebirin.
“Şahidê gelek êş û îşkenceyan bû”
Serokê Şaxa Şêmzînanê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozan Akbaş kêfxweşiya xwe ji bo vê biryarê anî zimên û got, “Em bi vê biryarê kêfxweş in. Ev der cihekî dîrokî ye.
56 sal e li navenda bajêr baregehek hebû. Gelek şerên dijwar lê hatin kirin û li vê derê gelek şkenceyên JITEMê çêbûn.
Em bi rûxandina wê kêfxweş in ku li şûna wê navendek ji bo ciwanan tê vekirin.”
Xelkê Şemzînanê: Ev biryar dê derfetên nû biafirîne
Welatiyên Şemzînanê jî bi giştî piştgiriyê didin vê projeyê û di wê baweriyê de ne ku dê ev pêngav ji bo pêşeroja navçeyê bibe sedema geşedanên erênî.
Sabir Herkî got, “Biryareke gelek baş e. Dema em lê dinêrin, cihên herî xweş ên herêma me di destê leşkeran de ne.
Eger niha li şûna cihê leşkerî navendek ji bo ciwanan bê vekirin, ev tiştekî gelekî baş e û em gelek pê kêfxweş in.”
Welatiyê bi navê Îsmaîl Dêyî jî got, “Beriya niha li ser rêya qaymeqamtiyê navenda tîmên taybet hebû û gelek eziyet li xelkê dikirin.
Ew rabûn çûn, gelek baş bû. Niha jî navenda cendirmeyan radibe, ew der dê bibe dikan û cihên werzişê. Biryareke gelek rast e.”
Nuredîn Sonmez jî got, “Leşker ji nav bajêr derketin, em gelek pê kêfxweş in. Ji bo wan jî baş e. Bila biçin derveyî bajêr, wisa ji bo me jî, ji bo wan jî baştir e.”
Musa Biradostî jî her wiha got, “Derketina baregehên leşkerî dê derfetê bide ku çarşî û bazar berfirehtir bibin.
Dê rê û çûn û hatin baştir bibe. Fikreke gelekî baş e ku ew der ji bo ciwanan bibe navendeke perwerdeyê, dê gelek baş be.”