Kerkûk - Li Pirdê alozî: Tirkmenan êrişî şaredariyê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Hinek alîgirên Bereya Tirkmenan, yên ku ji sibeha îro ve li dijî danîna birêvebirekî Kurd ji bo Şaredariya Pirdêyê xwenîşandanê dikin.
Alêgiran her wiha li ser rêya sereke ya Hewlêr - Kerkûkê agir vêxist û rê hat girtin.
Li gorî zanyariyên Rûdawê, ji bilî alîgirên Bereya Tirkmenan û hinek çekdarên Heşda Tirkmenî, endamê Fraksiyona Tirkmenan Ehmed Remzî û berpirsên Rêxistina Bedir û Bereya Tirkmenan yên li navçeyê jî di nav xwenîşanderan de ne.
Alîgir daxwaza yekê ji sê postên sereke yên Pirdêyê dikin: Birêvebiriya Polîsan, Şaredarî û Birêveberiya Nahiyeyê.
Nûçegihanê Rûdawê ji cihê xwenîşandanê ragihand ku xwenîşanderan diyar dikin ew dê berdewam bin heta ku yek ji wan sê postên girîng ên bajarokê radestî wan bê kirin.
Birêvebera nû ya Şaredariya Pirdêyê jineke Kurd e û xelka taxa Rehîmawa ya Kerkûkê ye.
Alîgiran her wiha di dema xwenîşandanan de êrişî avahiya Şaredariya Pirdê kir,
Di dema êrîşa ser avahiya Şaredariya Pirdê de, xwenîşanderan li polîs û pasevanên serokê şaredariyê dane û zerer gihandiye avahiyê.
#VÎDEO - Hinek alîgirên Bereya Tirkmena ji ber ku birêvebirekî Kurd li şûna birêvebirekî din ê Kurd hat danîn nerazî ne
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 30, 2025
🔥 Ew alîgir li navçeya Pirdê li ser rêya sereke ya Kerkûk-Hewlêrê agir dadaye û rê li ber çû û hatinê digirin
Wan vê sibehê jî êriş avahiya Şaredariya Pirdê… pic.twitter.com/eyONAyGv4Z