HSD: Nûçe ne rast in, em xwe ji bo operasyonê amade nakin
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku îdiayên bi rengê “HSD xwe ji bo operasyoneke li çoltera Sûriyeyê amade dike” ne rast in.
Hinek dezgehên medyayê angaşt kiribû ku HSD xwe amade dike da ku li çoltera Sûriyeyê li hemberî bermahiyên DAIŞê operasyonekê li dar bixe.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de ragihand ku ev nûçe û angaşt ne rast in.
HSDyê daxuyand ku ew bi awayekî asayî di çarçoveya karê xwe de tevdigerin.
HSDyê her wiha ragihand, ew ji bo beşdarî hemû erkên niştimanî yên Sûriye û navneteweyî yên li dijî DAIŞê bibin her dem amade ne.
Li gorî daxuyaniyê, HSD xwe ji kîjan operasyonê re amade bike bila bike ew dê vê yekê bi awayekî fermî li ser hemû platformên xwe yên fermî ragihîne.