Îbrahîm Biro: Vekişîna Îxwan El Muslimîn ji komîteyê tenê guvaş e

30-07-2018
RÛDAW
Komeleya Îxwan El Muslimîn Di daxuyaniyekê de ragihand, ku ew ê nûnerên xwe ji nav komîteyê vekişînin, ji ber ku komîte ne li ser bingehên dirust hatiye damezirandin.
Komeleya Îxwan El Muslimîn Di daxuyaniyekê de ragihand, ku ew ê nûnerên xwe ji nav komîteyê vekişînin, ji ber ku komîte ne li ser bingehên dirust hatiye damezirandin.
Nîşan Îbrahim Biro Îxwan El Muslimîn Komîte Vekişîn Guvaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Îxwan El Muslimîn (Birayên Misilman) ji lîsteya komîteya amadekirina reşnivîsa destûra nû ya Sûriyê vekişiya. Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê Îbrahîm Biro ji Rûdawê re got: “Îxwan El Muslimîn dixwazin guvaşa siyasî çêbikin.”

 

Komeleya Îxwan El Muslimîn Di daxuyaniyekê de ragihand, ku ew ê nûnerên xwe ji nav komîteyê vekişînin, ji ber ku komîte ne li ser bingehên dirust hatiye damezirandin.

 

Li ser bandora vekişîna Îxwan El Muslimîn, Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê Îbrahîm Biro ji Rûdawê re got: “Îxwan El Muslimîn dixwazin guvaşa siyasî çêbikin.”

 

Îbrahîm Biro ku dê weke nûnerê ENKSê beşdarî civînên opozîsyona Sûriyê li Riyazê bibe, dibêje ku Heta niha wan hin pêngavên baş li gel aliyên opozisyonê avêtine.

 

Piştî du rojan ji radestkirina lîsteya berbijarên opozisyona Sûriyê ji bo komîteya amadekirina reşnivîsa destûra nû ya Sûriyê, komeleya Ixwan el-Mislimîn vekişandina xwe ji komîteyê ragihand.

 

Vekişîna komeleya Îxwan El Muslimîn ji komîteya destûrî, tenê berî rojekê ye ji civînên opozisyona Sûriyê li Riyazê ku biryar e komîteya destûrî û mekanîzmayên karê wê gotûbêj bikin.

 

Derbarê sedemên vekişînê de Komeleya Îxwan El Mislimîn di daxuyaniya xwe de dibêje ku "komîteya destûrî ne li ser bingehên dirust hatiye avakirin û ew encama jirêderketineke siyasî di biryarên navdewletî de ye".

 

Derbarê bandora vekişîna Îxwan El Muslimîn li ser komîteya destûrî de, Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê Îbrahîm Biro ji Rûdawê re diyar kir: “Ez bawer im Îxwan El Muslimîn dixwazin niha guvaşeke siyasî bikin.” Herwiha eşkere kir ku Îxwan El Muslimîn dê heta demekê vê guvaşa siyasî bikin, lê ez bawer im dê xwe nedin paş.

 

Li ser rola ENKSê jî Îbrahîm Biro destnîşan kir ku heta niha wan hin pêngavên baş li gel aliyên opozisyonê avêtine.

 

Îbrahîm Biro diyar kir: “Navê Sûriyê dê ne cumhuriyeta Erebî bibe, dê bibe cumhuriyeta Sûriyê. Sûriye dê nebeşek ji welatên Ereb bibe, mafê netewî yê Kurdan dê di destûrê de bi nav bibe, çareseriyeke siyasî ji doza miletê Kurd re ku ji avakirina dewleta Sûriyê ve ev doz nehatiye çareserkirin, divê bê dîtin.”

 

Li gorî mekanîzmaya ku Staffan De Mistura şanderê navdewletî dariştiye, 50 berbijêr ji aliyê hikûmeta Sûriyê, 50 berbijêr ji aliyê opozisyona Sûriyê û 50 berbijêr ji aliyê civaka sivîl ve ku dê bi serperiştiya Neteweyên Yekgirtî bên destnîşankirin, dê bên namzedkirin û ji wan dê komîteya destûrî bê pêkanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst