Zimanê sînemayê
Divê pênaseya rastîn a “taybetmendiya sînematografî” li ser du astan be: Asta gotinê ya filmekî û asta gotinê ya wêneyê.
Her fîlmek hewl bide bigihe asta rastîn a wî filmî, hewla hunerbûna xwe dide. Yan çêtir e ez bêjim: Ber bi asta bûna bi fîlm an ber bi fîlmbûnê ve diçe.
Bi koma giştî ya zimanê fîlm “deng, reng, muzîk û aktîngê û…” dibe sînema. Wek nimûne ji bo dîmena neştergeriyeke pizîşkî di sînemayê de pêwîstiya te bi diyalogên pir kêm heye, lê li vir deng û dîmen di vê raz û mamikê de zimanê sînemayê ye.
Piştî her sekanseke ku em di fîlmekî de dibînin, yan li nav her sekansekê, gava em “dîmenekê” dibînin, em nikarin wê wêneyê bi tenê kurt bikin ji bo peyveke tam!
Wek nimûne, piştî dîmena şerekî giran, heke plana dûre robarek be, em nikarin bêjin ev tenê robar e yan çiya tenê çiya ye, çimkî ew dîmen bi tena xwe hilgira bi dehan hevokan e û hevok jî di dîtina zihnê kesekî bo kesekî din diguhere!
Her dîmenek yan baştir e bêjim her tiştekî ku hilgirê îhsasê be, tew eger kêm be jî, ziman e û ev ziman jî di sînema de karekî zêde li ser tê kirin.
Zimanê axaftinê zimaneke ku însanan ji bo pêwîstiya xwe û bi şêweya rêk û pêk dariştiye da pêwendiyên xwe pê xurt û hêgin bikin. Lê zimanê sînemayê ne zimanekî birêkxistî ye, lewma em dikarin ji zimanê sînemayê re bêjin zimanê hunerê.
Fîlmek heke di destpêka xwe de hilgira pirsgirêkekê be û li ba temaşevan ne qabilî çareseriyê be, sînema wê çareser dike. Eger destpêka fîlmekê bi girêkekê dest pê bike û di yekem dîmena ku tê de, em nikarin wê dîmenê bi peyvekê ji kesekî re vebêjin ku ew dîmen nedîtibe. Lê wêneya ku di nav çarçoveyeke sînemayî de diqewime, em wê mîna hevokek yan çend hevokan dibînin.
Hemû zimanên sînemayê bi yekcarê di nav çarçoveyekê de dikevin kar û hewl didin bi zimanê deng, reng, akting, muzîk û sînematografîk hevokekê li nav kadirekî ku dibe ku çar çirkeyan bidome, ji temaşevan re behs bike.
Lewra em dikarin ji dîmeneke sînemayê re bêjin hevok û ji sekansekê re bêjin paragrafeke aloz. Wek nimûne: Peyayek ji cadeyekê dibihure, di zimanê axaftin yan nivîsînê de ev li ba me yek hevok e, lê di sînemayê de ev yek plan e bi hemû hûrkariyên wê ku tu wek temaşevan werdigirî.
Tevî ku di serdema sînemaya (bêdeng) de zimanê axaftinê nebû, lê hemû sînemakarên dinyayê di wê baweriyê de ne ku bêtirîn axaftin ku di fîlmekê de dihat kirin, ew serdem bû, bi dengê manîfest û sivikatî, xirecirî û çêkirina dijminên xeyalî û ken û dehan tiştên din tije bû; tevî ku ken bi sînemaya wê serdemê hêsantir bû, çimkî li beramber wê rik û dijmintî hêsantir ji bo temaşevanên sînemayê dihatin veguhastin.
Zimanê axaftinê di sînemayê de hêwirzeyeke zêde peyda kir, tew ji bo ku fîlmên wan bênirx nebin, derhêneran sereqet behsa bêdengbûna fîlmên xwe dikirin û tew ji bo amadebûna dengê derî û dengê rêveçûnê û bi dehan curên dengên din, bi tirs û telaş destên xwe dibirin wan. Bi peydabûna zimanê axaftinê re, sînema ji şanoyê bêtir nêzîk bû, heta niha jî pêsîra sînemayê bernedaye.
Zimanê sînemayê yan hestkirina bi zimanê sînemayê demekê digihe gupîtkê gava temaşevan bi rêya montaja sînemayî çend wêneyan li pey hev dibîne û ev wêne hevokekê di mêjiyê wî de çêdikin, wek çawa Jean Mitry di kitêba Estetîkzanî û Derûnnasiyê de dibêje: Ne bi wî awayî ye madem sînema ziman e çîrokê bi başî vedibêje, lê berevajî vê madem çîrokê bi başî vedibêje dibe ziman.