PDK û YNKyê li ser ‘hilbijartin û Pêşmergeyan’ li hev kir

30-07-2023
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan PDK YNK Civîn Hilbijartin Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – PDK û YNKyê di mijarên “dema hilbijartinan, Pêşmerge û tevgerên hevpar” de li hev kir.

Şandên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) îro li Dabeşana Silêmaniyê civiyan.

Şanda YNKyê ya ku Serokê YNKyê Bafil Talabanî serokatiya wê dikir, ji aliyê Cigirê Serokwezîr Qubad Talabanî, Şalaw Elî Eskerî, Şalaw Kosret Resûl û Cafer Şêx Mistefa ve hate temsîlkirin.

Şanda PDKyê ya ku Sekreterê Polîtburoya PDKyê Fazil Mîranî serokatiya wê dikir jî ji aliyê Hoşyar Zêbarî, Mehmûd Mihemed, Rêbwar Yelda, Piştewan Saqid û Eli Hiseyn ve hate temsilkirin.

Her du şandan piştî civînê daxuyeniyeke hevpar da ku ji 5 xalan pêk tê.

Şandên PDK û YNKyê li ser xala “diyarkirina dema hilbijartinên Herêma Kurdistanê” li hev kir.

Herwiha her du şandan amaje pê kir ku divê hêzên Pêşmergeyan bibin yek û her du partî bi hev re tevbigerin.

5 xalên hevpar

5 xalên ku ji aliyê şandên PDK û YNKyê ve hatine pesendkirin bi vî rengî ne:

1- Her du alî piştgiriyê didin ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, di dema ku Serokê Herêma Kurdistanê bi aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re şewîrî û biryar da de bêne encamdan.

2- Ji bo ku ji gelê Kurdistanê re xizmeteke zêdetir were kirin divê pirsgirêkên bêqîmet ên di navbera her du aliyan de nebine asteng û divê ji bo çareseriya pirsgirêkan rêyeke hevpar were dîtin.

3- Me biryar da ku pêvajoya birêxistina hêzên Pêşmergeyan berdewam bike.

4- Her du aliyan biryar da ku piştgiriyê bidine rêkeftinên kabîneya 9an a Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

5- Ji bo ku em hîn bêhtir nêzîkî hev bibin, li dijî zehmetiyan têbikoşin û astengan nehêlin me biryar da ku em hevdîtinên xwe yên dualî û hevahengiya xwe bi rihekî Kurdistanî û welatperwerane bidomînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst