RIHA - Hodiya 131 salî ji nav me bar kir
Hewlêr (Rûdaw) - Hodî Gurkana 131 li navçeya Wêranşarê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê koça dawî kir.
Hodî Gurkana ku ku 1ê Tîrmeha 1894an ji dayîk bûbû, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên pîrbûnê mir.
Cenazeyê Hodi Gurkana ku 7 zarok, 110 neviyên wê hene doh li Wêranşarê hat veşartin.
Li gorî nûçeya malpera Urfadasinê hevjînê Hodî Gurkanê 48 sal berê miriye û 11 salên dawî guhên wê nedibihîstin.
Hat gotin ku Hodî Gurkanê qet bi Tirkî nizanîbû û bi Erebî diaxivî.