Li Reqayê 9 DAIŞî hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku li Reqayê 9 çekdarên DAIŞê hatine girtin.

Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Rêveberiya Xweser derbarê mijarê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê, hêzên ewlehiyê li Reqayê 9 çekdarên şaneyên veşartî yên DAIŞê girtine.

Hêzên Ewlehiya Navxwe her wiha diyar kir ku çekdarên ku hatine girtin, plan dikirin ku êrişan bikin û tevliheviyê çêkin.

Hêzên Ewlehiya Navxwe di heman demê de tekez kir ku xebatên wan ên li dijî şaneyên DAIŞê bidomin û ew dê hermê biparêzin.