Hewlêr (Rûdaw) - Her çi qas li parêzgeha Siwêydayê û derdora wê şer nemabe jî, alozî û pevçûnên demkî berdewam dikin û rojane çekdar û welatiyên sivîl tên kuştin.
Serokê Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Ebdulrehman ragihand ku tenê roja sêşemê li Sûriyeyê 19 kes hatine kuştin.
Her çiqas şer û pevçûnên sereke di navbera komên çekdar ên xwecihî û çekdarên Durzî de be jî, kuştin û revandin li deverên cuda yên Sûriyeyê ji holê ranebûne û heta niha jî çekdarên nenas welatiyên sivîl û hêzên ewlehiyê dikin hedef.
Kuştina du Durziyan a li ber dikana wan
Li gorî SOHRê 29ê Tîrmehê, du xortên Durzî li taxa Mesakinê ya Şama paytext, li ber dikana xwe bi guleyên çekdarên nenas hatin kuştin.
Kesekî ku bi hevkariya li gel rejîma berê ya Beşar Esed dihat tometbarkirin, li bajarê Helebê bi guleyên çekdarên nenas hat kuştin.
Her wiha li gorî daxuyaniyeke SOHRê, li Derayê welatiyek dema ku hesinê xurde kom dikir, ji ber teqîna bermayiyeke şer li Geliyê Seharê canê xwe ji dest da.
Kuştinên din wiha ne:
- Xortek di şerê eşîran de li gundê Semûmeyê yê li gundewarê rojhilatê parêzgeha Reqayê hat kuştin.
- Zarokek ji ber gulebarana di pevçûna navbera endamên eşîrên ‘Elî’ û ‘Hemdûn’ de li zeviya Endelusê ya li gundewarê Reqayê hat kuştin, ku sedema wê tolhildaneke kevn bû.
- Pênc welatiyên ji Humsê ku Elewî bûn, di nav wan de bav û du kurên wî hebûn, ji ber şkenceya fîzîkî û derûnî li zindanên hikûmeta demkî canê xwe ji dest dan.
- Welatiyekî ji eşîra ‘Huweywat’ li ber mala xwe ya li bajarê Tebqeyê hat kuştin, piştî ku ji aliyê çekdaran ve gule lê hatin reşandin, ku tê guman kirin wekî tolhildana şerê roja berê bû.
- Xortekî Elewî, li nêzîkî herêma Mereqebê ya li gundewarê Tertûsê hat kuştin, ku beriya guleyek li serê wî bê xistin, çend caran bi kêran lê hatibû xistin.
- Xortekî ku nobedarê dêrekê bû li taxa Dweylayê, bi şaşî ji aliyê hevalê xwe ve hat kuştin.
- Bijîşkekî diranan, ku guleyeke bêserûşûn li serê wî ketibû, yekser canê xwe ji dest da. Bijîşk ji Koleja Bijîşkiya Diranan a Şamê derçûbû.
- Xortek ji ber gulebarana rasterast a çekdarên nenas li bajarokê Tileranê yê li rojhilatê Helebê hat kuştin.
- Keçikeke zarok, piştî çend rojan ji birîndarbûna bi guleyeke bêserûşûn li taxa Xweyranê ya bajarê Hesekê, ji ber giraniya birîna xwe canê xwe ji dest da.
- Xortekî Sûriyeyî yê xwedî nasnameya Swîsreyê, ji ber gulebarana rasterast li nav mala xwe ya li bajarokê ‘Hefîr Fewqa’ yê li gundewarê Şamê hat kuştin.
- Keçikeke zarok li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê li herêmên di bin kontrola ‘Artêşa Niştimanî’ de canê xwe ji dest da, piştî ku di ahengeke dawetê de guleyeke bêserûşûn lê ket.
Êrişî otomobîlên Neteweyên Yekbûyî hat kirin
Karwaneke Neteweyên Yekbûyî ku welatiyên sivîl ji parêzgeha Siwêydayê vediguhastin Şamê, dema di parêzgeha Derayê re derbas dibû, rastî zincîreyek êriş û bûyerên metirsîdar hat.
Serokê SOHRê Ramî Ebdulrehman got, “Êriş bi gulebarana rasterast a li yek ji otobusan û bi giran birîndarbûna keçekê bi dawî hat.
Ev jî binpêkirineke eşkere ya yasaya navneteweyî û parastina şandeyên mirovî ye.”
Çekdaran dirûşmên DAIŞê hildabûn
Karwan ji baregeha Neteweyên Yekbûyî ya li taxa Qesûrê ya bajarê Siwêydayê bi rê ket ku ji otomobîlên Neteweyên Yekbûyî û Heyva Sor a Sûriyeyê pêk dihat.
Lê dema gihişt sînorê îdarî yê di navbera Siwêda û Derayê de, otomobîlên Neteweyên Yekbûyî bi awayekî çaverênekirî vekişiyan û rêwiyên xwe li cih hiştin da ku bi otobusên sivîl rêwîtiya xwe temam bikin."
Li gorî SOHRl bi ketina nav parêzgeha Derayê re, alozî bi awayekî berbiçav zêde bûn, belavbûneke zêde ya çekdarên eşîran û endamên Asayîşa Giştî hat dîtin, ligel çendîn otomobîlên camreş ku dirûşmên DAIŞê hildabûn û bi berdewamî acizî ji karwanê re çêdikirin.
Li herêma Izrayê, çekdaran hinek otobus rawestandin û siwar bûn, heqaret û gef li rêwiyan xwarin, piştî ku piştrast bûn ku ew Libnanî ne "ne Durziyên Siwêydayê ne" rê da hinek ji wan biçin.
SOHRê got, “Li derdora Xaçerêya Fewarê ya li Derayê, karwan rastî gulebarana rasterast hat ku bû sedema birîndarbûna keçekê ku gule li stûyê wê ket.
Vê yekê ajokarê otobusê neçar kir ku di nav rewşeke tijî alozî û tirs de raweste, di demekê de ku bi dehan çekdar li cihê bûyerê kom bibûn.
Piştre tîmên Heyva Sor û Kumspiyan destwerdan kir ji bo alîkariya birîndar û veguhestina rêwiyan.”
Van êrişên li pey hev bûn, sedema belavbûna karwanê ku piraniya welatiyên sivîl neçar man ji otobusan dakevin û li otomobîlên din siwar bibin ku bi lez ji rêya Şamê ber bi Libnanê ve diçûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse