MEREŞ - Agir hat vemirandin lê xisar, kul û xem man
Mereş (Rûdaw) - Şewata li daristanên Mereşa Bakurê Kurdistanê piştî sê rojan hat kontrolkirin lê li gelek gundan zerer û ziyaneke mezin li pey xwe hişt.
Welatiyên ku bax û baxçeyên wan şewitîne dibêjin ku şewat ji ber xetên karebayê derketiye.
Yaşar Avci yek ji şahidên destpêka şewatê ye, ew dibêje ku şewat ji ber têlên elektrîkê derketiye û di encamê de bax û baxçeyên wî bûne ax û xwelî.
“Mal jî ma lê tiştên din hemû şewitîn”
Avciyê ku ji ber şewatê zerer dîtiye wiha axivî:
“Şewat ji xetên elektrîkê derket. Min dît destpêkê bayek hat û têlên elektrîkê li hev ketin û şewat derket û belav bû.
Di şewatê de baxê min şewitî, behîv, hejîr, sêv hemû şewitîn. Me traktor û seyare xilas kirin, mal jî ma lê tiştên din hemû şewitîn.”
“Tiştek ji me re nema”
Sultan Avciya Hevjîna Yaşar Avci jî bi dilekî şewitî anî zimên ku şewatê hemû deriyên dahata wan ji holê rakirine û got:
“Şewat ji elektrîkê derket, ji bilî xanî her tiştê me şewitî.
Sê xetên me yên avê hebûn, her sê şewitîn, em nikarin xetên avê çêbikin. Gûz, behîv û sêv, her tiştê me şewitî û tiştek ji me re nema.”
Li gorî amarên Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê, li Mereşê herî kêm 1500 hektar daristan şewitîne.
Ji bo vemirandina agirê li vê derê ji gelek bajaran tîmên pispor hatibûn.
“Destpêkê gelekî biçûk bû”
Endamê Tîma Alîkariyê Ramazan Gumuş bi vî rengî qala şewatê kir:
“Şewat nêzîkî sed metreyan li dûrî malekê derket û belav bû.
Destpêkê gelekî biçûk bû lê mezin bû. Daristan hemû şewitî lê niha hatiye kontrolkirin. Ji bilî herêmeke biçûk êdî şewateke cidî li van gundan nemaye.”
“Êdî ez dikarim bibêjim pirsgirêk nema”
Endamê Tîma Agirvemirandinê Hasan Aydere jî diyar kir ku agir hatiye kontrolkirin û got, “Belê, em bi hevalên xwe re jî diaxivin, êdî ez dikarim bibêjim pirsgirêk nema, hat kontrolkirin.”