Qeter dixwaze hevkariya xwe û Herêma Kurdistanê bi pêş bixe
Hewlêr (Rûdaw) - Konsulê Giştî yê Qeterê yê Herêma Kurdistanê Husên bin Elî El-Fezale xatir ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî xwest.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Nêçîrvan Barzanî spasiya rola Mîr û serkirdatiya Qeterê ya ji bo aramî û aştiya li herêmê kiriye.
Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinê de spasiya hewl û karên El-Fezale yên ji bo bipêşxistina pêwendiyên Qeterê yên bi Herêma Kurdistanê re kir û di erka wî ya nû de serkeftin jê re xwest.
Serokê Herêma Kurdistanê pesnê rola Mîr û serkirdatiya Qeterê ya ji bo aramî û seqamgîriya herêmê û parastina aştiyê da û spasiya xwe ducare kir.
El-Fezale jî li gel spasî û pêzanîna xwe ya ji bo aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê yên ji bo hevkariya wan, ducare kir ku welatê wî bi giringiyeke mezin li pêwendiyên xwe yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re dinêre.
Wî diyar kir ku Qeter dixwaze di warên cuda de hevkariya hevbeş zêdetir bi pêş bixe.