Kurd, tirkmen û ereban bi hevre biryar dan: Beşdarî giştpirsiyê dibin

Germiyan (Rûdaw) – Encûmena Bajarokê Qeretepe ya Germiyanê bi tevê nûnerên kurd, tirkmen û ereb biryar da, ku beşdarî giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê bibin.

 

Îro Çarşemê 30-08-2017, Encûmena Bajarokê Qeretepe bi armanca gutûbêjkirina giştpirsiya Başûrê Kurdistanê civiya. Di civînê de bi piraniya dengan biryar hate dayîn, ku li Qeretepe jî giştpirsî were kirin.

 

Encûmena Bajarokê Qeretepe ji 15 endaman pêk tê. Di dengdanê de 10 endamên civatê (4 kurd, 3 tirkman û 3 ereb) bi erê deng dan û û 5 endaman jî (4 ereb û tirkmenekî) bi na nexêr deng dan.

 

Roja 16-08-2017ê jî eendamên civata bajarokê biryar dabûn beşdarê giştpirsiyê bibin. Lê di çend rojên derbasbûyî de gotegot hatine kirin, ku dê Qeretepe beşdarî giştpirsiyê nebe.

 

Biryara îro ya Encûmena Qeretepe bi awayekî fermî wan gotegotan vala derdixe.

 

Bajarokê Qeretepe dikeve nav sînorên nevçeya Xaneqînê û parçeyek ji xaka Başûrê Kurdistanê ye. Hejmara şêniya Qeretepeyê 45 hezar kes in. Li vê bajarokê kurd, tirkman û erebên sunnî dijîn.

 

Beriya niha jî encûmenên Kerkûk, Xaneqîn, Gulale, Sedî û Mendeliyê biryar dabûn li wan deran giştpirsî were kirin û daxwaza danîna sindoqên dengdanê kiribûn.