REFERANDUM - Heşda Şeibî li Seidiye û Mendeliyê gefê li xelkê dixwe

Seidiye (Rûdaw) – Heşda Şeibî li bajarokên Seidiye û Mendelî gefê li xelkê dixwe, da ku di referandumê de dengê xwe nedin.

 

Çekdarên Heşda Şeibî, ne ku tenê ji bo ku dengê xwe di referandumê de bi kar neynin zext û fişarê dikin, herwiha zextê dikin ku niştecihên Seidiye û Mendeliyê navên xwe jî ji bo dengdanê nedin tomarkirin.

 

Endamên Encumena Bajarokê Seidiye biryar daye ku di 25ê Îlonê de beşdarî giştpirsiyê bibin.

 

Her çi qas ku ji 12 endamên Encumena Bajarokê Seidiye 9 endam ji bo beşdarbûna referandumê dengê "Belê" dane, Komîsyona Hilbijartinê diyar dike, ji ber hebûna zext û nebûna asayişê, nikarin li wî bajarokî referandumê birêve bibin.

 

Hêz û aliyên siyasî yên Xaneqînê bi alîkariya ofîsa madeya 140 hewl didin ku dengê welatiyên ku vegeriyane Seidiye neşewitin.

 

Piştî kontrolkirina Seidiye, tenê ji sedî 20ê niştecihên wî bajarokî vegeriyane cih û warên xwe û yên din li derveyî sînorê Seidiye mane ku di navbera Heşda Şeibî û hêzên Pêşmerge de hatine danîn.