Pêleke din dest pê kir: Koçberiya kurdan berdewam e

Ranya (Rûdaw) – Li gorî amarên Rêxistina Penaberên Vegeryayî ya Herêma Kurdistanê, ji Cejna Remezanê heya niha, wate di nava 2 heyvan de, 2 hezar û 500 kes ji Başûrê Kurdistanê derketine û berê xwe dane riya Ewropayê. Li gorî heman rêxistinê, kesên ku ji rê tên vegerandin, rastê nexweşiyên derûnî dibin û hinek ji wan jî xwe dikujin.

 

Di heyama 2 mehên derbasbûyî de pêleke nû ya koçberiyê ji Başûrê Kurdistanê ber bi Ewropayê ve dest pê kiriye. sedema vê yekê jî bi “nezelalbûna paşeroja Kurdistanê, berdewambûna krîza darayî, pozberî û nakokiyên di navbera aliyên siyasî” vet ê girêdan.

 

Di 50 salan de 4 pêlên koçberiyê

 

Di 50 salên derbasbûyî de kurdên Başûrê Kurdistanê çendîn car pêl bi pêl reviyan û berê xwe dane welatên cîran û derve.

 

Di vê heyamê de, pêla yekemîn a koçberiyê piştî Şoreşa Îlonê, di naverasta salên 1970ê de çêbû. Pêla duyemîn piştî karesata Enfalê û kîmyabarana Helebce ya dawiya salên 1980ê bû. Pêla sêyemîn a koçberiya kurdên Başûr, di naverasta salên 1990ê, di dema şerê navxwe ya PDK û YNKê de bû.

 

Pêla dawî ya koçberî û penaberiyê jî di sala 2014ê de, piştî destpêkirina şerê DAIŞê, krîza darayî û nakokiyên siyasî yên di navbera partiyên kurdî dest pê kir û hê jî berdewam e.

 

100 kesan bi malbata xwe ve dane rê

 

Li gorî amarên Rêxistina Penaberên Vegeryayî ya Herêma Kurdistanê, tenê di heyama van 2 mehên derbasbûyî de, 2 hezar û 500 kesan Başûrê Kurdistanê bicîh hiştine. Li gorî amaran 700 kes ji wan xelkê devera Pişder û Deşta Bîtwên a Hewlêr û Silêmaniyê ne. Herwiha 100 kes jî bi malbatên xwe ve koçber bûne.

 

Serokê Rêxistina Penaberên Vegeryayî ya Herêma Kurdistanê Bekir Elî Bingirdî di vê derbarê de ji Rûdawê re got: “Ji ber berdewambûna krîza darayî û siyasî, xelk neçar maye hizra koçberiyê bike.”

 

Li gorî gotina Bekir Elî Bingirdî, berî hemwelatî bi riyên qaçax diçûne welatên sêyem, li niha gelek ji wan, nîvê riya xwe bi riyên fermî dibrin û paşî xwe digihînin welatê sêyem.

 

35 hezar kes hatine vegerandin

 

Bingîrdî diyar kir: “Hinek diçin Tirkiyê û xwe radestê Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin û li hêviya bersivê dimînin. Lê niha helwesta welatên Ewropayê ya li hember penaberan hatiye guhertin. Lewma hinek ji wan  3 heta 5 sal li hêviyê dimînin. Ew kesên ku bersivê wernagrin jî xwe dispêrin pêlên deryayan û riyên qaçax.”

 

Ewropa û Amerîka şertên wergirtina penaberan giran kirine. Gelek penaber û koçber, demake dirêj di riyan de dimînin û li cihî dimînin derfetên kar û pêwîstiyên xwarinê peyda nakin. Lewma hejmareke zêde yê koçberan neçar dibin vegerin an jî ji aliyê dewletan ve tên deportkirin.

 

Serokê Rêxistina Penaberên Vegeryayî ya Herêma Kurdistanê dide zanîn, ku di navbera salên 2003 û 2013ê de, zêdetirî 35 hezar penaberên kurd hatine deportkirin.

 

Nexweşiyên derûnî digrin

 

Bekir Elî Bingirdî got: “Mixabin, gelek ji wan koçberan piştî xerckirina pereyekê zêde, kişandina êş û azar û zehmetiyan xwe gihandine Ewropayê. Lewma dema tên vegerandin, rastê nexweşiyên derûnî tên. Li gorî amarên di destê me de, 72 kesên ji Ewropayê hatine vederkirin, nexweşiyên giran ên derûnî girtine û 7 kesan xwe kuştiye.”

 

Rêxistina Penaberên Vegeryayî ya Herêma Kurdistanê beriya niha ji bo çavdêriya rewşa koçberên hatine vederkirin û alîkariya wan pêşniyarnameyek pêşkeşî Parlamentoya Kurdistanê kiribû lê serokê rêxistinê dibêje: “Di parlamentoyê de kar li ser nehate kirin û hate piştguhxistin.”

 

Beriya niha rêxistineke biyanî bi riya projeyekê alîkarî dida koçberên hatine vegerandin. Li gorî vê projeyê, 10 hezar dolar didan her koçberekî deportkirî.

 

Lê Bekir Elî Bingirdî dibêje: “Ev proje niha berdewam nake. Ji xwe ji 10 hezar dolaran daketine 2 hezar û 500 dolaran, ew jî bi qist didan û niha ev demeke ti koçberekê ti pare wernegirtiye.”

 

8 caran çûye û vegeriyaye

 

Hemwelatiyê bi navê Serkeft Heme Ebdullah heta niha 8 caran hewl daye xwe bigihîne Ewropayê lê her carî hatiye vegerandin. Ji lewra wî pereyên malbata xwe tev de li vê riyê xwariye.

 

Heme Ebdullah niha dest ji hizra koçberiyê berdaye lê ew dixwaze birayê wî yê biçûk here Ewropayê, lewma pareyên xwe yên mayî daye wî.

 

Serkeft Heme Ebdullah dibêje: “Ew kesên koçber dibin, hêj ji destpêka rê de rastê nexweşiyan tên. Hinek car bi destê qaçaxçiyan, hinek caran ji bi destê polîs û siyaseta welatan. Di dema derbasbûna avê de, hemû koçberên qaçax nemre jî mirinê bi çavê xwe dibîne.”

 

Serkeft wan êş û kulên ji destê qaçaxçiyan kişandiye ji bîr nake û dibêje: “Wîjdanê qaçaxçiyan nîne. Destdirêjiya jinan dikin, bi fêl pareyan ji koçberan distînin. Koçberan dikujin, xwe vedişêrin û di nîvê rê de direvin. Bi kurt û kurmancî, qaçaxçî wate sextecî.”

 

Pisporên derûnas jî tekez dikin, ku koçberên ji aliyê welatan ve tên deportkirin, nexweşiyên derûnî digrin.