Hevpeymaniya Navdewletî piştrast kir: Radar li Rojava hatine danîn
Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandina Hêzên Hevpeyamaniya Navdewletî ji medyaya Rûsî re ragihandiye, heta niha di plana Hêzên Hevpeyaniya Navdewletî de nîne, ew li Sûriyê herêmên dijefirînê bidin avakirin, lê ew dûr jî nabînin ku di demên pêş de ew wê yekê pêk bînin.
Di heman daxuyaniya de tê gotin, “bi armanca ku ewlekariya Firokên Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî biparêzin, wan li bakûrê Sûriyê radar danîne, daku ew bikaribin zêdetir û bi awayekî çalak li dijî DAIŞê şer bikin.”
Li gorî agahiyan, sîste
Piştî daxuyaniya Hêzên Hevpeymanan, parlamenterên Rûsî nerazîbûna xwe dane nîşandan û ragihandin, ku Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yasayên navdewletî binpê dikin.
Parlamenterên Rûsî herwiha dane xuyakirin, ji ber ku ti kesî hêzên Hevpeymaniya Nvadewletiya Dijî DAIŞê bi awayekê fermî venexwendine Sûriyê, divê Hikûmeta Şamê li Encûmena Asayişa Navdewletî gilîyê li ser Amerîka û Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî tomar bike.