Rêveberiya Kampa Newrozê daxwaza alîkariyan ji rêxistinên mirovî dikin

Qamişlo (Rûdaw) - Li bajarokê Til Temir ê Rojavayê Kurdistanê, êdî ji ber topbaran û êrîşên Tirkiyê xelk newêrin li mala xwe razin û koçber dibin, bê cih û war dimîne. Rêveberekî kampa Newroz dibêje di çend roj derbasbûyî de wan pêşwaziya 114 malbatên koçberên Til Temir û Zirganê kirin.

Ev du car in  ji ber êrîşên Tirkiyê û girûpên çekdar beşek ji xelkên Rojavayê Kurdistanê koçber dibin.

Yek ji wan kesên ku topên Tirkiyê metirsiyê li ser jiyana wî çêkiriye Elî El Hisênan  Apê Elî ye. Ev cara duyemîne ku ji ber wan êrîşan koçber dibe. Di êrîşekê de kurekî wî hatibû kuştin. Ew bi xwe jî 60 salî ye, neviyekî wî ku dayîkê dev jê berdaye û bi tenê hîştiye. Apê Elî bê pişt maye, kesek tune ye alîkariya wî bike.

Koçberê Serê Kaniyê Elî El Hisên dibêje: “Ez ji gundê El Geren koçber bûm, yekser hatim vê kampê. Rêveberiya kampê pêşwazî li me kir, lênûsa malbatê ji me wergirtin li ser wê pêwistiyên malê dane me û du çadir ji mere vegirtin. Me ji rêveberiyê re got pareke - kertonek bi tenê digihêje me. Me got jî vî lawikî li lênûsa zêde bikin da pareke din em biçesipînin,ji mere gotin temenê wî biçûk e jêre dernakeve,me got me tiştek ji pêwistiyên malê  navê tenê xwarina me bi dest keve, dîsa erê nekirin.”

Kampa Newroze ya koçberan di çend rojên derbasbûyî de pêşwazî li 114 malbatên  ji Til Temir û Zirganê  kir ku ji ber êrişên Tirkiye û çekdarên girêdayî wî welatî koçber bûne.

Rêveberiya kampê tekez dike ku tevî ev kamp danpêdan ji aliyê Neteweyên Yekbûyî pê bûye,lê alîkarî ji bo kampê bi rêjeyeke kêm tê dabînkirin.

Rêveberekî Kampa Newroz Nedîm Umer dibêje: “Rêxistin gelek tiştan nadin, xizmetên wan kêm in. Malbatek 8 -10 mirov bin, tenê 5 - 6 betaniyan didin wan. Em weke rêveberiya kampê wiha nîvco nahêlin û wan pêwistiyên mayî bi cih tînin. Xwesteka me ji rêxistinên navdewletî yên mirovî ku xwedî li vî miletî derbikevin û alîkariya me jî bikin ku pêdiviyên xelkê dabîn bikin.”

Piştî operasyona Tirkiyê li Serê Kaniyê, bêhtirî 300,000 kesî koçber bûn, hejmarek ji wan koçberan li Kampa Newroz hatin bicihkirin.

Li gorî amara Rêveberiya Kampê bi hatina koçberên Til Temir û Zirganê re hejmara giştî ya malbatan bûye 710 malbatî  ku hejmara endamên wan malbatan 3420 kes e.